Segvanan êrîşî dayik û keça wê kirin
Li Silopiyayê, Fatma Ay û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê mala xwe bûn, rastî êrîşa segvanên Tirk hatin. Di êrîşê de dayik Fatma Ay jiyana xwe ji dest da, Berfîn jî birîndar bû.
Li Silopiyayê, Fatma Ay û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê mala xwe bûn, rastî êrîşa segvanên Tirk hatin. Di êrîşê de dayik Fatma Ay jiyana xwe ji dest da, Berfîn jî birîndar bû.
Li kolana 52. a Taxa Karşiyaka ya navçeya Şirnex Silopiyayê, Fatma Ay a 55 salî û keça wê Berfîn a 14 salî, ku li ser banê xaniyê xwe radizan, duh bi şev saet di 12:30 de li êrîşa segvanên li ser Amîriya Buro ya Kontrolê ya Tescîl a Trafîkê ya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê bi cih bûbûn, rast hatin.
Segvanan di destpêkê de gule berdan Berfîn a 14 salî û li ser qîrîna keça xwe dayik Ay hişyar bû. Dayik Fatma Ay dema bi hawara keça xwe ve beziya, rastî êrîşa segvanan hat. Dayik Ay û keça wê bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Tevî hemû hewldanan dayik Ay jiyana xwe ji dest da. Berfîn a 14 salî jî, ku ji ber guleya li milê wê ket birîndar bû, piştî tedawiya destpêkê, sewqî Êlihê hat kirin.