Balûken: AKP tengav bû dixwaze bendewariyan biafirîne

Balûken têkildarî nûçeya Rûdaw a "Ekîbeke TV çû Îmrali, wê Ocalan banga aştiyê bike” got, “Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye. AKP tengav bû, ji bo xwe ji vê rizgar bike manîpulasyonan dike, hewl dide bendewariyan biafirîne.”

Endamê Heyeta Îmrali û Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî nûçeya Rûdaw a "Ekîbeke TV çû Îmrali, wê Ocalan banga aştiyê bike” got, “Tiştekî wiha ne mijara gotinê ye. AKP tengav bû, ji bo xwe ji vê rizgar bike manîpulasyonan dike, hewl dide bendewariyan biafirîne.”

Endamê Heyeta Îmrali û Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî nûçeya Rûdaw a "Ekîbeke TV çû Îmrali, wê Ocalan banga aştiyê bike” rêbazeke “Şerê psîkolojîk” ê ji bo AKP’ê ji tengaviyê rizgar bike ketiye dewrê ye.

'LI ÎMRALI HEVDÎTINEKE NÛ NÎNE’

Balûken ê ji ANF'ê re axivî got: "Nûçeyên mijara gotinê, nûçeyên manîpulatîf û spekulatîf in. Ti agahiyeke ku heyeta televîzyonê li Îmrali bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk aniye negihiştiye heyeta me. Rayedarên dewletê jî di vê mijarê diyar kirin ku ti agahiya wan nîne û ti pêşketineke nû rû nedaye.”

Balûken anî ziman ku gotinên tê îdîakirin ên Ayhan Bîlgen in jî “bi temamî derveyî rastiyê ne” û got: “Di hevdîtina ku parlamenterên me bi navgîna weşanê re kirine, hatiye gotin ku wê sererastkirinên pêwîst bên kirin.”