ROJANE
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rojhilata Navîn jinûve ava dibe, her tiştên hişk wê dûkel û ji holê rabe. Bakirhan got, "Em di asteke krîtîk de ne" û bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne.
"Ji Qamişloyê heta bi Kolnê, bi deh hezaran Kurd xwedî lê derketin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin gotinek nîne bê gotin. Dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin."
Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê berhema aqlekî welê ye ku rêveçûna li cîhanê û bandora wê ya li ser herêmê baş hesab kiriye û dixwaze paşerojê ava bike.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, "Hevalê Fûat yê ku herî zêde Rêbertî fêhm dikir, vedigot û dijî bû. Apoyiyekî sade bû."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li koma xwe ya meclîsê axivî û got, "Dema avakirina welatê hevpar, jiyana wekhev û tacrîdarkirina wê bi Komara Demokratîk e. Dema demokrasiyê ye, dema edaletê ye."
Hemû Nûçe
-
Li Mariyê gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li derdora bajarokê Mariyê yê girêdayi Helebê di navbera Artêşa Şoreşgeran û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Çavkaniyekê ji Artêşa Şoreşgeran ragihand ku di pevçûnan de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
-
-
-
-
-
-
'Şer bi mirovan tê kirin; neçin leşkeriyê'
Ercan Jan Aktaş ê çûyîna leşkeriyê red kir, ku reda wijdanî di çarçoveya qanûnên navneteweyî de mafekî mirovan ê gerdûnî ye, ev bang kir; "Şer bi mirovan tê kirin, neçin."
-
Li Cizîrê kesek hat qetilkirin
Li taxa Nûr a Cizîrê di encama êrîşa leşker û polîsên tevgera taybet a bi çekên giran de, kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.
-
-
Meşa dirêj a ciwanan bi coş bi dawî bû
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengiya Ciwanên Azad de meşa li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê destpê kir îro li Dusseldorf bi dawî bû.
-
-
-
-
-
Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA'yê Behçet Bayhan ê çalakiya mertalên zindî ya li gundê Hurê yê li sêgoşeya Hênê-Lice-Karazê dişopand, dema vegeriya Liceyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
-
HDP: Dest ji Şaredariyên DBP'yî berdin!
HDP'ê nerazîbûn nîşanî zextên li Şaredariyên DBP'yî tê kirin da û got, "Nabe ku vîna siyasî û demokratîk a bi mîlyonan mirovan tine bê hesibandin û were binpêkirin."
-
Li Saarland xebatên hilbijartinê didomin
Li Saarlandê xebatên hilbijartinê yên HDP’yiyan didomin. Komîsyona hilbijartinê, xwest her kes tevlî xebatên hilbijartinê bibin û tavilê qeydên xwe temam bikin.
-
-
Li Dêrsimê rewşa aloz didome
Di şerê li Dêrsimê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, gerîlayê birîndar bû jî hat emeliyatkirin. Di şer de polîsek jî hat kuştin. Ji ber guleyên polîsan 4 sivîl birîndar bûn.
-
Li navenda Dêrsimê êrîşa li dijî qereqolê
Şerê bi êrîşa li hemberî qereqola polîsan a li Dêrsimê destpê kir, dewam dike. Hat ragihandin ku di şer de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye, yek jî birîndar bûye. Li gorî agahiyan, polîsan sivîlek jî qetil kirine.
-
-
-
-
Li Kolnê starta xebatên hilbijartê hat dayîn
HDP'yiyên li Kolnê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li hev kom bûn. Di civînê de nexşeya rê hat diyarkirin û bang li her kesî hat kirin ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibin.
-