Li Başûrê Elmanyayê xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên li Elmanyayê destpê kirin.

Ji Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên li bajarên Elmanya Frankfûrt, Gîessen, Darmstadt, Mannheîm, Wîesbaden, Nurnberg û Saarbrucken, AGÎF, DÎDÎF, ATÎF, ADHK, Malên Gel, Însiyatîfa Depê ya Ewropayê, Hewldana Mereşê, Meclîsa Jinê ya Amara, Komeleya Elewiyan a Hoctanûs, Ciwanên Azad, TJKE komîteya hilbijartinê li Frankfûrtê hat avakirin.

Di civîna bi beşdariya 75 nûneran de Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr û Alîkarê Hevserokan Bahattîn Dogan amade bûn.

Goksûngûr di axaftina vekirinê ya civînê de diyar kir ku AKP û Recep Tayyîp Erdogan ê nekarî bibe serok, ji ber ku xwe li encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ranegirtin dixwazin welêt bikin qada şer û destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyî yên li Ewropayê, yê li hemberî vê yekê bi şev û roj bixebitin. Goksûngûr da zanîn divê beriya her tiştî di 2-8'ê Îlonê de hilbijêr li konsolosxaneyan qeydên xwe çêbikin û piştî vê wê li hemû navendan panel, civîn, semîner û şevan organîze bikin.

Goksûngûr weke qonaxa dawî bal kişand ser birina hilbijêran ji bo dengdayînê û anî ziman ku divê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk xwe bigihînin civatên xwe û ji bo dengdayînê bikevin nava hewldanan.

Bahattîn Dogan jî da xuyakirin ku di mijara dengdayînê de divê hilbijêr hîn bêhtir werin agahdarkirin.

Di civînê de ji bo hilbijartinê komîteyek hat avakirin û biryar hat dayîn di 3'ê Cotmehê de li Frankfûrtê şeveke mezin were lidarxistin.