Îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyeyê ket rojeva Meclîsê

HDP'ê îşkenceya li hemberî girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê, ji Wezîrê Karên Hundir pirsî.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven, li ser îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyeyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Selamî Altinok kir.

Guven ji wezîr Altinok xwest bersiva van pirsan bide:

"Di dema veguhastina girtiyan ji bo Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de, gelo qanûnî ye ku girtî rastî lêpirsîna wezîfedarên jendermeyan ên li girtîgehê rast hatine?

Haya wezareta we ji vê pêkanîna kêfî heye?

Li hemberî jendermeyên di vê yekê de berpirsyar in, lêkolîneke berfireh a qanûnî hatiye destpêkirin, wê were destpêkirin?

Fermandarê Jendermeyan ê ku ji girtiyan re got, eger şer derkeve, yên destpêkê werin kuştin hûnin', mebesta xwe di vî şerî de çi ye? Li ser vî 'şerî' Wezareta we ti agahî daye Fermandariya Giştî ya Jendermeyan an jî saziyên pêwendîdar? Eger hebe hûn ê vê rewşa 'şer' bi raya giştî re parve bikin?

Ji bo ewlekariya jiyana girtiyên rastî gefxwarinê hatine, wê tedbîr werin girtin?

Ji bo pêşîgirtina li îşkenceyê ku di dema dawî de gihaştiye asteke tirsnak, wezareta we wê tedbîran bigire?"