Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Amedê, Komelaya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Baroya Amedê ji bo binpêkirina mafê girtiyan li avahiya OHD'ê ya Amedê rapora mehên Çile, Sibat û Adarê bi civînek çapemeniyê eşkere kirin. Endam û rêveberên saziyan û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDa Amedê Ahmet Guler raporê xwend.
Ahmet Guler diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê, mafê girtiyan tê binpêkirin û wiha axivî: “Ji bo di hêla binpêkirinên mafan de ku qewimî ne, li cih bên tespîtkirin, me wek van saziyan li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê serdanan pêk anî û derbarê binpêkirinên ku li girtîgehan qewimîne de rapor amade kir. Bi vê raporê hatiye armancakirin ku em dîtin û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsgirêkan de bi raya giştî re eşkere bikin.”
Ahmet Guler destnîşan kir ku pêşiya her tiştî divê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê bên bidawîkirin, şert û mercên giran ên înfazê bên sererastkirin û wiha axivî: “Sepanên tecrîdê yên demdirêj ku li ser birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin demeke dirêj e berdewam dike werin bidawîkirin û biryarên binpêkirinê yên DMME'yê li ber çavan werin girtin û mafê hêviyê were bicihanîn. Divê gavek beriya gavekê feraseta tecrîdê bi dawî bibe.”
Ahmet Guler da zanîn ku gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bên berdan, bi biryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehê an jî yên Lijneya Çavdêriya Îdarî nayên berdan û ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Ahmet Guler xwest ku Lijneya Çavdêriya Îdarî demildest dawî li kiryarên xwe yên kêfî bîne.
Ahmet Guler bi bîr xist ku divê pirsgirêkên ku girtî di warê ragihandinê û serlêdanên nivîskî de dijîn bên çareserkirin û got ku ew daxwaz dikin ku derbarê peywîrdarên ku kiryarên derhiqûqî dikin lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin.