Ji ber psîkolojiya şer li binê pirê dijîn
Malbata Reşîd a ji şerê li Sûriyeyê reviya û piştî Bakurê Kurdistanê hat Îzmîrê, ji ber psîkolojiya şer rê li ber vekiriye, li binê pirê dijî.
Malbata Reşîd a ji şerê li Sûriyeyê reviya û piştî Bakurê Kurdistanê hat Îzmîrê, ji ber psîkolojiya şer rê li ber vekiriye, li binê pirê dijî.
Malbata Reşîd a ji şerê li Sûriyeyê reviya û piştî Bakurê Kurdistanê hat Îzmîrê, ji ber psîkolojiya şer rê li ber vekiriye, li binê pirê dijî.
Malbata Reşîd a ji 11 neferan, ku ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviya, li binê pira li pêşiya otogara Îzmîrê dijî. Malbata Reşîd a ku ji ber êrîşa çeteyan a nîvê şevê mala xwe ya li Helebê terikand, piştî ku demekê li kampên li ser sînor ma, hewl da biçe cihekî dûrî çeteyan. Malbat li otogara Rihayê hîn bû ku cihê herî dûr Îzmîr e û hat vê derê.
Bav Mûhammed Reşîd ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku nîvê şevekê ew bi dengê çekan, qîrîn û hawarê ji xew şiyar bûne û got, "Ji xwe em timî ditirsiyan ku wê çete bên. Şevekê dema em şiyar bûn, hatin û li taxê dest bi komkujiyê kirin. Me dît ku hin ji cîranên me serjêkirin. Hingî çi ket ber destê me bi rahiştê û em yekser ji wir derketin. Bi alîkariya hêzên em parastin re me xwe gihandin ser sînor."
Reşîd da xuyakirin ku hînê haya wan ji cîran û xizmên xwe nîne û anî ziman ku wan komkujiyên çeteyan ji bîr nekirine, lewma reviyane cihê herî dûr ji wan.
Dayik Vadîha Ehmed jî diyar kir ku wê hînê ew roj ji bîr nekiriye, bi wê tirsê dijî û got, "Roja ku cîranên me serjêkirin, qet ji bîra me naçe. Ji bo ji çeteyan dûr bikevin, em hatin vê derê. Em ji otogarê derketin û li binê pirê bi cih bûn. Mirovên li vê derê dijîn, nivîn, betanî, xwarin dan me. Xwarinê û pêwîstiyên me yên din ji aliyê wan ve tên dayîn.
Jiyaneke gelekî zehmet e, lê em ê li cihekî nêzî çeteyan nejîn. Bûka min ducanî ye û 4 roj in xwîn ji ber diçe. Em nikarin bibin cem doktor. Ez jî nexweşa şekirim, di bedena min de birîn der dibin. Ji roja em hatine vir û heta niha, min nekarî dermanan bikar bînim. Em li vir bimirin jî em ê neçin cihekî nêzî çeteyan. Em dixwazin li cihekî dûrî çeteyan bijîn."