2 ciwan li Silopiyayê hatin binçavkirin

Li Silopiyayê polîsên ku bi wesayîta sivîl digeriyan 2 ciwan binçav kirin.

Li Silopiyayê polîsên ku bi wesayîta sivîl digeriyan 2 ciwan binçav kirin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê polîsên ku ji wesayîteke sivîl daketin li navenda navçeyê welatiyên bi navê Sîsan Akbaş (22) û kesekî ku navê wî nehat zanîn binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan.

Li aliyê din Rêveberê HDP'ê yê Silopiyayê Yunus Tekas ê duh di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin sewqî dozgeriyê hate kirin. Tekas ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin bi şertê kontrola edlî hate berdan.