Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê wê huner, wêje, sînama û çanda Kurd bi bernameyeke dewlemend ku dê 4 rojan bidome were danasandin.

Rojên Çand û Hunera Kurdî wê di 28-31’ê Gulanê de bê lidar xistin. Armanca vê çalakiyê danasîna mîrateya çanda Kurd û pîrozkirina wê ye. Çalakî ji aliyê Medya Volkshaus e.V. ve tê organîzekirin.

DESTPÊKA FESTÎVALÊ: MUZÎK Û FLOKLOR

Festîval di 28’ê Gulanê roja Çarşemê saet 17:00’an de bi pêşandana folklorê destpê dike. Piştre jî wê çalakî di saet 19:00’an bi konsera Azadî û saet 20:00’an de jî bi konsera Cemîle dewam bike.

Cih: Villa Leon, Philipp-Koerber-Weg 1, 90439 Nurnberg

ROJA HUNER Û SÎNAMAYÊ

Roja Hunerê ku 29’ê Gulanê roja Pêncşemê saet di 13:30’an de wê bi pêşangeha wêneyan a Şengul destpê bike dê bi bernameyeke dewlemend bidome. Piştî pêşandana modayê saet di 15:00 de, wê fîlma Kemal Ulusoy a bi navê "Rojbaş" di saet 17:00 û 20:00’an de ji temaşevanan re bê nîşandan. Ulusoy di sohbeta ku saet di 18.30'an de pêk bê, wê bi beşdarvanan re hevdîtinê pêk bîne.

Cih: Villa Leon & Filmhaus K4, Konigstr. 93, 90402 Nurnberg

WÊJE Û PANEL

30'yê Gulanê roja Înê dê wêje û diyalog li pêş be. Wê performansa bandorker a koroya jinan derkeve ser dikê. Saet di 17.15'an de jî ji bo xwendina pirtûkan wê nivîskar Hekîm Şefkan bi beşdarvanan re hevdîtin bike. Danê êvarê saet di 19:00’an de jî wê bi beşdariya Ayşe Acar Başaran, Gernas Koçer, Erol Polat û Gulîstan Ateş panelek bê lidar xistin.

Cih: Villa Leon, Philipp-Koerber-Weg 1, 90439 Nurnberg

KONSERÊN DAWÎ WÊ LI DERVE PÊK BÊN

Festîval wê di 31'ê Gulanê roja Şemiyê de bi konserên li derve bi dawî bibe. Onûr Evîn wê saet 16:00’an, Bermal Çem saet 18:00’an û Îbo Qamişlo jî saet 19:45’an derkevin ser dikê.

Cih: Villa Leon, Philipp-Koerber-Weg 1, 90439 Nurnberg