Ji dayikên aştiyê banga pêşxistina têkoşîna aştiyê

Dayikên Şemiyê dan zanîn ku bombeyên li ser Farqîn, Licê, Colemêrg, Gever û Cizîrê tên barandin li ser pêşeroja wan tê barandin û bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga pêşxistina têkoşîna azadiyê kirin.

Dayikên Şemiyê dan zanîn ku bombeyên li ser Farqîn, Licê, Colemêrg, Gever û Cizîrê tên barandin li ser pêşeroja wan tê barandin û bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga pêşxistina têkoşîna azadiyê kirin. Dayika nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe bang li dayikên leşkeran kir û got, "Bila bên em di Roja Aştiya Cîhanê ya 1'ê Îlonê de bi hev re biqîrin."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatin windakirin û kiryar bên darizandin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya edelatê ya 544'an li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de malbata Serhat Devrîm ku li Pirsûsê hat qetilkirin û parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrukulu jî piştgirî dan. Çalakiya vê hefteyê

PIŞTÎ 20 SALAN DIJMINTIYA KU NEHATIYE GUHERTIN

Di çalakiya vê hefteyê de destpêkê kurê Abdullah Canan ê ku di sala 1996'an de li Geverê di bin çavan de hat qetilkirin Dayyîp Canan axivî û got ew silavên Gevera ku dilê wê birîndare aniye û da zanîn ku tiştên li Geverê hatin jiyîn bi encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê ve girêdayiye. Canan diyar kir ku bavê wî di sala 1996'an de ji aliyê Serdarê Fermandarê Tabura Komando ya Çiyaya Geverê Mehmet Emîn Yardakul ve hatiye qetilkirin.

JI BO DAYIKÊN LEŞKERAN BANGA DI 1'Ê ÎLONÊ DE AŞTIYÊ BIQÎRIN

Ji malbatên windayan Zubeyde Tepe axivî û da zanîn ku ew 16 sal in têkoşînê didin lê hêjî zarokên wan tên qetilkirin û wiha got: "Edalet tune ye. Ger hebûya dê zarokên me winda nedibûn. Piştî hilbijiratinên 7'ê Hezîranê hem leşker û hem jî gerîlay jiyana xwe ji dest dan. Ez bang li dayikên leşkeran dikim ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihên de bên em bi hev re aştiyê biqîrin."

'ÊŞA SERHEG MEHMET ME BI DEHAN CARAN JİYA

Piştre jî birayê Hasan Ocak ku di bin çavan de hat qetilkirin Huseyîn Ocak axivî û banga demildest şer bê rawestandin kir û wiha got: "Rêvebirên vî şerî jî dema êş ket mala wan fêm kirin. Êşa Serheg Mehmet me bi dehan caran jiyan kir."

'BI BONEYA 1'Ê ÎLONÊ EM DENGÊ XWE JI BO AŞTIYÊ BILIND BIKIN'

Piştî axaftinan ji Dayikên Şemiyê Leyla Kaya axivî da zanîn ku bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê divê hemû kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike û wiha got: "Bombeyên ku li ser Farqîn, Licê, Colemêrg, Gever û Cizîrê tên barandin li ser pêşeroja me tê barandin. Aştî ji bo me hemûyan e divê hemû kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike."