Di teqîna li Farqînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li Farqînê de Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da.
Di teqîna li Farqînê de Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da.
Li ser rêya Buyukçeşme ya taxa Baglar a navçeya Amed Farqînê, teqînekê rû da. Di teqîna ku sedema wê nehatiye zanîn de zarokê bi navê Firat Sîmpîl (13) jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.
Ji ber bandora teqîna saet di 10:50 de qewimî, cenazeyê Sîmpîl pengizî binê tankera avê ya DÎSKÎ. Hat ragihandin ku beriya teqînê li cihê bûyerê maşîneke zirxî hebû. Gel, nerazîbûn nîşanî polîsên hatin cihê bûyerê da.
Cenazeyê Sîmpîl rakirin morga nexweşxaneyê. Di teqînê de kesekî ku navê wî nehat zanîn, birîndar bû.