Demîrtaş: 1'ê Mijdarê wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê

Demîrtaş got, "Em neçarin hêza xwe mezintir bikin û di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê. Gel wê hesabê komkujiyên Pirsûs, Nisêbîn, Farqîn, Amed û Gimgimê bipirse."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li bajarê Hollanda Rîjswîjkê di civînekê de axivî û got, "Em neçarin hêza xwe mezintir bikin û di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe bidawîbûna dîktatoriya qesrê. Gel wê hesabê komkujiyên Pirsûs, Nisêbîn, Farqîn, Amed û Gimgimê bipirse."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di civîna li salona Event Plaza ya li bajarê Hollanda Rîjswîjkê de ji hezaran kesî re axivî.

Demîrtaş diyar kir ku HDP partiya Kurd, Tirk, Laz, Ereb, Ermenî, Suryanî, Sûnî, Elewî û Êzidiyan e û got, "Ji ber vê yekê em gelekî bi şens in, em her mezin dibin. Mînak; Deşta Heranê hêlîna şaristaniyan e. Mirovahî li Mezopotamyayê bi pêş ketiye. Lê belê yên ku îro di rewşa heyî li paşmayî de ne û mexdûr in, em in. Li ser xaka xwe mîna koleyan nêzî me dibin. Em vê heq nakin. Em ji vê siyaseta durû, ji vê siyaseta dirêj re dibêjin 'na'. Gelekî qedîm ê xwedî paşerojeke 10 hezar salan e, ne hêja ye vê nêzîkatiyê."

Demîrtaş anî ziman ku divê ev çarenûs bê guhertin û bibîr xist, ku ya ji gelê Kurd re rewa tê dîtin, komkujî, sirgûn û îşkence ye.

Demîrtaş got, "Li ser wê xakê em ne koçber in, em ne karwan in, em ne xandar in, em ne ew gel in ku li ser rêya xwe ji bo bêhnvedanê sekinîne. Em ew gel in ku bi hezaran salane li ser vê xakê dijîn. Jiyana bi hev re formeleke. Parçekirina hev jî formuleke" û anî ziman ku lînçkirin û qetilkirina hev, wê encameke cuda bi xwe re bîne.

Demîrtaş diyar kir ku eger formuleke rast neyê dîtin, ev yek wê dewam bike û got, "HDP navê sekinandina vê rêveçûna şaş e. Ji bo vê neheqî, qirkirin, înkar û tinekirinê bisekinîne HDP derket holê. Ji bo jiyana bi hev re ne şert e her kes ji heman nîjadî, ji heman mezhebî, ji heman gelî be. Civatên ji ol, gel û miletên cuda jî dikarin bi hev re bijîn. Navê serketina di 7'ê Hezîranê de derket holê, jiyana bi hev re ye. Li hemberî yên dibêjin yek ziman, yek ol, yek milet û li hemberî yên faşîzmê li ser me ferz dikin, serketineke mezin e ku me bi dest xistine.

Li hemberî yê dibêje weke şexsekî ez im serdestê Tirkiyeyê, weke şexsekî ez im sûltanê Tirkiyeyê, serketina hatiye bidestxistin e. Em tevgereke tekane ye ku li Rojhilata Navîn li dijî barbarî û zilma DAIŞ'ê bi ser ketine. Çawa ku li Rojava serketineke dîrokî hatiye bidestxistin, weke HDP'ê me dest bi mîsyoneke dîrokî kirin ku heman serketinê bi dest bixin. Bi alîkarî û desteka we re em ê vê serketinê di şeva 1'ê Mijdarê de nû biikin û dûvikê cûntayê AKP'ê têk bibin. Mîna dîktatorên welatê xwe bi rejîmên dîktatoriyê bi rêve dibe, ev jî bi hêsanî têkçûnê qebûl nake. Bi qasî ku welatê xwe veguherîne qada şerê navxweyî, dîn û har bûne."

Demîrtaş gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Davûtoglû ya digot, "Me 3 wezaretî dan HDP'ê, em dixwazin bibînin bê wê çi bikin" bibîr xist û got, "Dixwazim ji vê derê vê yekê ji Davûtoglû re bêjim; ew wezaretî, we nedan me, Ji bo nedin me çi ji we hat we kir. Lê ji ber ku ew wezaretî mafê me ye, me bi zorê ji we stend."

Demîrtaş da xuyakirin ku eger HDP bibe desthilatdar wê beriya her tiştî xwîna dirije bisekinîne û got, "Em ê hesap ji yên xwe ji şer û xwînê xwedî dikin, bipirsin. Eger hûn dixwazin partiya gelan bibe desthilatdar, em neçarin ji niha û pê ve yek bi yek xwe bi rêxistin bikin û kampanya hilbijartinê bimeşînin. Eger hûn dixwazin serketineke ji ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê mezintir bi dest bixin, em neçar in hêza xwe xurttir bikin. Ji ber ku ev hilbijartin wê bibe dawiya dîktatorê qesrê. Gel wê ji wî hesabê komkujiyên Pirsûs, Nisêbîn, Farqîn, Amed û Gimgimê bipirse. Ev hilbijartin wê bibe serketina kedkar, bindest û yên tine tên hesibandin. Şeva 1'ê Mijdarê wê bibe roja silavkirina desthilatdariya gel. Ez bawerim gelê me yê li Hollandayê dijî wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkeve, hêza xwe bi du qatan zêde bike û li dijî komkujiyên li Kurdistanê derkeve."