Malm: Erdogan ji bo xurtkirina AKP'ê şer da destpêkirin
Parlamenterê Partiya Gel a Swêdê Fredrîk Malm di xwepêşandaneke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan ê ku vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê qebûl nekir, li dijî Kurdan şer da destpêkirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM
duşem, 31 gelawêjê 2015, 09:07
Parlamenterê Partiya Gel a Swêdê Fredrîk Malm di xwepêşandaneke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan ê ku vîna gel a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê qebûl nekir, li dijî Kurdan şer da destpêkirin. Malm got, "Erdogan ji bo AKP'ê xurt bike şer daye destpêkirin."
Li ser navê ciwanên xwepêşandan organîze kirin de Dîlan Ûzûn da xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina komkujiyên li hemberî Kurd, Asûrî, Suryanî, Êzidî û hindikahiyên ên li Rojhilata Navîn, wan xwepêşandan lidar xistine.
Ûzûn diyar kir ku ji bo destekkirina gelên bindest ên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd, wan rêxistinbûyîna bi navê "Ji bo Kurdistanê Kurd" ava kirine û xwepêşandana xwe ya destpêkê pêk anîne. Ûzûn got, "Em dikarin bi hev re rewşeke cuda biafirînin."
BÊDENGÎ HEVPARIYA SÛCÊN TÊN KIRIN E
Rojnamevan-Nivîskar Mûstafa Can diyar kir ku di rewşeke Rojhilata Navîn dişewite û zarokên di emrê keça wî de tên qetilkirin de, ew ji wateya axaftinê gumanan dike û got, "Lê belê divê em hemû bipirsin, bê alternatîfa vê çi ye. Alternatîfa vê hîn bêhtir nebaş e. Bêdengî. Bêdengiya li pêşberî van bûyerên diqewimin, hevpariya sûcên tên kirin e."
ŞER DI NAVBERA BARBARÎ Û MIROVATIYÊ DE DIMEŞE
Parlamenterê Partiya Gel a Lîberal Fredrîk Malm jî da zanîn ku li Iraq û Sûriyeyê şerekî di navbera barbarî û însaniyetê de dimeşe û ragihand, ku li aliyekî mirovên dixwazin bi awayekî azad û di nava aştiyê de bijîn, li aliyê din jî yên serê mirovan jê dikin, mirovan dixin çarmixê, dest diavêjin mirovan û mîrateya çandê ya mirovahiyê bi bombeyan ji holê radikin.
Malm anî ziman ku Kurdistan li dijî vê barbariyê eniya herî dirêj a cîhanê ava kiriye û got, "Ev enî ji Kerkûkê heta Kobanê ye. Ev enî hema bêjin 1400 kîlometre ye. Li refên herî pêş ên vê eniyê xwişk û birayên me hene. Bi çekên xwe yên sivik re, li dijî terorîstên herî hov ên cîhanê yên bi çekên herî giran, şer dikin."
Malm da zanîn ku berxwedana herî bi biryar a li hemberî DAIŞ'ê ji aliyê Kurdan ve tê nîşandan û destnîşan kir ku di serî de Swêd divê hemû welatên Ewropayê destekê bidin Kurdan.
TIRKIYE LI ŞÛNA ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê, LI HEMBERÎ KURDAN ŞER DIKE
Malm bibîr xist, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1'ê Mijdarê de hilbijartinên pêşwext pêk tên û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çima hilbijartin wê ji nû ve were kirin? Ji ber ku Serokkomarê Tirk Erdogan, li şûna ku hurmetê nîşanî encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bide, li dijî gerîla dest bi şer kir. Ji bo AKP'ê xurt bike şer da destpêkirin. Di roja îro de Tirkiye li şûna şerê li dijî DAIŞ'ê, li hemberî Kurdan şer dike. DYA û welatên din zor dan Tirkiyeyê ku li hemberî DAIŞ'ê tevlî koalîsyonê bibe. Tirkiyeyê bi tenê çend bombe avêt DAIŞ'ê. Lê bi sedan caran bombeyan li ser Kurdan dibarîne. Bi awayekî komî Kurdan digire."
Malm di dewama axaftina xwe de bang li Kurd, Asûrî, Suryanî û Erebên li Swêdê dijîn kir, ku bûyer û qewimînên li Sûriye û Iraqê di her platformê de bilêv bikin û zextê li siyasetmedarên Swêdî bikin.
GIRÎNG E CÎHANA DERVE BÊJE 'ÊDÎ BES E'
Ji Partiya Çep Yekbûn Alp, yek bi yek komkujiyên li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê yên li hemberî Kurdan vegot û diyar kir ku di roja îro de jî li Kurdistanê qirkirinên li hemberî gelê Kurd dewam dikin.
Alp got, "Em ên li vir amade, ji hemû komkujiyan re dibêjin 'êdî bes e'. Gelê Kurdistanê dibêje 'êdî bes 'e. Dor hatiye cîhana derve ku bêje 'êdî bes e'. Bikevin nava tevgerê û gelê Kurd biparêzin."
Di çalakiyê de ciwanan bi zimanên Kurdî û Swêdî helbest xwendin. Ciwanên çalakî organîze kirin ragihandin, ku hemû hatineyên ji standên li xwepêşandanê, wê ji Kurdistanê re werin şandin.