ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Elîhê 2 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî de îro danê nîvro li Elîhê li ser malekê hat girtin û 2 kes hatin binçavkirin. Ji duh ve 13 kes hatin binçavkirin. -
Wekîlên Şirnexê yên HDP'yî: AKP'ê pêşî li komkujiya sivîlan vekir
Parlamenterên Şirnexê yên HDP'yî destnîşan kirin, ku polîtîkaya AKP'ê a li hemberî Kurdistanê rê li ber komkujiya sivîlan vekiriye. -
Ji bo betalikirina Fermannameya Sîxuriyê doz hat vekirin
Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, ji bo betalkirina "Fermannameya Sîxuriyê" li Dadgeha Şêwirmendiyê doz vekirin. -
Rojnamevanên Îngilîz jî hatin sirgûnkirin
Rojnamevan Jacop Phîlîp John Gîngell-Hanrahan û Phîlîp John Pendlebûry û tercûmanê wan Mûhammed Îsmaîl Resûl ên li Amedê hatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hatin kirin. -
CHP wê ji tezkereya şer re bêje 'erê'
CHP'ê da xuyakirin ku ew ê ji tezgereyên şer ên li hemberî Iraq û Sûriyeyê re bêje 'erê'. -
Pêncemîn Şaredariya Îtalyayê ya birayê Kobanê: Lîvorno
Piştî Şaredariyên Napolî, Genova, Palermo û Roma, Meclîsa Şaredariya Lîvorno jî bi piraniya dengan, projeya biratî û dostaniya bi Kobanê, Qamişlo û Pirsûsê re qebûl kir. -
"Divê heta 10'ê Îlonê hilbijêrên nehatibe qeydkirin nemîne"
Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya derveyî welat, der barê hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hilbijêran kir. Koordînasyonê ji hilbijêran xwest, heta 10'ê Îlonê qeyda xwe çêbikin. -
Li Riha û Agirî girtin û binçavkirin
Li Riha û Agirî 4 kes hatin girtin, 3 kes jî hatin binçavkirin. -
Li Bexdayê 18 Tirkiyeyî hatin revandin
Derket holê ku 18 Tirkiyeyiyên li Bexdayê dixebitîn, hatine revandin. -
Hevşaredar û hevseroka navçeyê Nisêbînê hatin sirgûnkirin
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Zînnet Algan, sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatin kirin. -
Li Hagenê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Hangenê, pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Hagenê ava kirin. -
Ji hunermendan banga 'dest ji şer berdin'
Gelek hunermendan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer dan û banga aştiyê kirin. -
Operasyonên girtin û binçavkirinê îro jî dewam kirin
Li Dêrsimê 8 kes hatin girtin. Li Stenbol, Şirnex û Mêrdînê jî gelek welatî hatin binçavkirin. -
Gundiyên Dêrsimî: Werin em xwedî li nirxên xwe derkevin
Walîtiya Dêrsim ku berî sê rojan rêya bejahî ya Dêrsim-Pulur, Dêrsim-Erzînganê li çûn û hatinê girt, biryar da rê veke. Gundiyan jî diyar kirin ku operasyonên li herêmê dewam dikin. -
Ji bo Şehîdên Pirsûsê li Dêrsimê 'çil parî' hatin belavkirin
Li Dêrsimê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, ji bo ciwanên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan 'çil parî' belav kir. -
Li Qilabanê tevgera kontrayan
Hat ragihandin, li derdora gundê Aruşe yê navçeya Şirnex Qilabanê tîmeke kontra ya ji 7 kesan digere. -
2 bot binav bûn: 11 mirî, 5 winda
2 botên koçberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê dibirin Yewnanîstanê binav bû. Hat ragihandin, ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî winda ne. -
Sonmez: Divê destûra bingehîn a nû li ser xweseriya demokratîk ava bibe!
Aborînas Mûstafa Sonmez destnîşan kir ku divê modela xwerêveberiyê bi cih were anîn û got, "Dema gel bi rêyên meclîsên, tax, herêm û şaredariyan tevlî pêvajoyan bûn, hingî mirov dikarin behsa demokrasiya rasterast bikin." -
Nûnerên Heyva Sor bi Şaredariya Lîvorno re hevdîtin kirin
Heyva Sor a Kurdistanê, bi Şaredariya Lîvorno ya Îtalyayê re, li ser pirsgirêkên li pêşiya vekirina korîdora însanî ya ji bo Kobanê, civînek lidar xist. -
Malpera DÎHA cara pêncan hat astengkirin
Qedexe û sansura dewleta Tirk a li hemberî çapemeniya azad, dewam dike. Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon, cara pêncan malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) asteng kir. -
Înnsbruckê got, 'ji şer re na, bila bes penaber bimirin'
Kurdistanî û dostên wan ên di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Înnsbruckê daketin kolanan gotin, "ji şer re na, bila bes penaber bimirin." -
Li Bensheîmê koordînasyona hilbijartinê ava bû
Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Bensheîmê dijîn, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, bi armanca destekkirina HDP'ê koordînasyoke xebatê ava kirin. -
Li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi sedan kes bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya Beyoglûyê li Kolana Mîss hatin cem hev û li dijî şerê qesrê nobeda aştiyê girtin. -
Polîsan êrîşî zincîra aştiyê kirin
Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê polîsan êrîş bi ser zîncîra aştiyê ya Tevgera Hezîranê ya Yekgirtî dixwest pêk bîne. Di êrîşê de di nav de ku rojnamevan jî hebûn 12 kes hatin binçavkirin. -
Dayikên gerîla û leşkeran li hember şer çûn Meclîsê
Dayikên gerîla û leşkeran li Meclîsê bi HDP, CHP û AKP’ê re hevdîtin pêk anîn. Ji ber dayik li Meclîsê rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatin nerazîbûn hat nîşandan.