Wezîrê Pêşvebirinê Dogan: Divê hikûmet xwerêveberiyê fêm bike; dest ji qetilkirinê berde

Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan destnîşan kir ku divê dewlet, vîna xwerêveberiyê ya gel baş fêm bike. Dogan ji hikûmetê xwest, tavilê dest ji qetilkirina mirovan berde.

Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan destnîşan kir ku divê dewlet, vîna xwerêveberiyê ya gel baş fêm bike. Dogan ji hikûmetê xwest, tavilê dest ji qetilkirina mirovan berde û diyar kir, ku pêwîst e rojavayê welêt jî bi lezgînî qîrîna aştiyê bilind bike.

Wezîrê Pêşvebirinê Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî sivîlan nayê qebûlkirin. Dogan da xuyakirin ku ew ê vê mijarê li Desteya Wezîran bi berfirehî binirxînin. Dogan da zanîn ku parlamenterên HDP'ê wê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû û ronîkirina bûyerên li bajarên mirov lê hatin qetilkirin, bidomînin.

Dogan diyar kir ku weke partî ew ji bo demokratîkbûyîna Komarê û li ser bingeha neteweya demokratîk bi destxistina mafên welatîbûna wekhev têdikoş in û got, "Demokratîkbûyîna Komarê; bi revîzyona hêzên ewlekariyê, bi modeleke nû ya dewletê û terikandina feraseta mezheb û neteweya serdest a Komarê, dibe. Em neçar in têkoşîna xwe bi awayekî demokratîk bimeşînin."

'GIRÎNG E HELWESTA XWERÊVEBERIYÊ BAŞ WERE FÊMKIRIN'

Dogan da xuyakirin ku rêveberiyên demokratîk bi xurtkirina tevger û rêveberiyên xwecihî dibe û destnîşan kir ku demokrasî, xisûseke pêwendiya xwe bi rêxistinbûyîneke xurt a gel heye. Dogan got, "Dema em jiyana nû destnîşan dikin, em van esas digirin. Girîng e ev meyla gel baş were dîtin. Ev mijar bi Komara Demokratîk re dikare çareser bibe. Pêwîst e têkoşîna Demokrasiya Radîkal were xurtkirin."

Dogan ragihand ku divê dewlet nerazîbûn û helwesta gel a bi şêweyê xwerêveberiyê destnîşan kir, baş fêm bike û anî ziman, ku eger ev neyê fêmkirin dibe ku nerazîbûneke mezintir bikeve rojevê, ev yek jî dibe ku ji bo gelan û baweriyan rê li ber hin pirsgirêkan veke.

'RÊBAZÊN ŞER JI PIRSGIRÊKÊ RE NABIN ÇARE'

Wezîrê Pêşvebirinê Dogan diyar kir ku divê hikûmet dest ji qetilkirina gelê xwerêveberî ragihandiye berde û got, "Li herêmê êdî cihê rêbazên şer nîne. Ev rêbaz ji xwe ne tiştekî rast bû. Ji ber ku, li welatê hevpar ti pirsgirêkeke neyê çareserkirin nîne. Eger mirov pirsgirêkekê deyne holê, dewlet rabe bi şîdetê nêzî vê bibe, ev yek şaş e. Danehevî û kevneşopiya 90 salan nîşan daye ku bi rêbazên şer, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ti ji rêbazên şer ê ji bo gelê me ne pêwîst e. Li welêt, li şûna êrîşa li hemberî gel, divê pêkanîna aştiyê û sekinandina xwînê bibe polîtîka esasî ya hikûmetê. Pêwîst e êrîşên li dijî gelê li herêmê, tavilê werin sekinandin."

'DIVÊ BI LEZGÎNÎ QÎRÎNA AŞTIYÊ WERE BILINDKIRIN'

Dogan da xuyakirin ku li dijî şer û komkujiyên rû didin, divê li rojavayê welêt jî qîrîna aştiyê bi lezgînî were bilindkirin û got, "Ti rêbaza şer, ti şîdet, wê nikaribe jiyana bi hev re ya gelên me û baweriyên me ji holê rakin. Divê em van têkiliyên qedîm xurt bikin. Ev yek jî bi aştiyeke rasteqîn û bi rûmet dibe."