ROJANE
DEM Partî danezana civîna xwe ya ku di 22’ê Gulanê de ji bo nirxandina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist, eşkere kir. Di danezanê de wiha hate gotin, “Serketina pêvajoyê, bi têkoşîna çalak û rêxistinkirî ya ku gel tê de ne pêkan e.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin û Meclîs jî bi berpirsyariyê rabe.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rojhilata Navîn jinûve ava dibe, her tiştên hişk wê dûkel û ji holê rabe. Bakirhan got, "Em di asteke krîtîk de ne" û bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne.
"Ji Qamişloyê heta bi Kolnê, bi deh hezaran Kurd xwedî lê derketin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin gotinek nîne bê gotin. Dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin."
Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç destnîşan kir ku banga 27'ê Sibatê berhema aqlekî welê ye ku rêveçûna li cîhanê û bandora wê ya li ser herêmê baş hesab kiriye û dixwaze paşerojê ava bike.
Hemû Nûçe
-
Yîgîtalp: Walî xwest hewldana lînçê binixumîne
Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp a piştî êrîşa li hemberî 3 Kurdên li Eskîşehîrê bi Walî, Midûrê Emniyetê û Qeymeqam re axivî anî ziman ku rayedar hewl didin hewldana lînçê ya nîjadperest binixumînin.
-
-
-
-
-
Şoreşgerên Hopayî dest bi xebatên alîkariyê kirin
Maseya Piştevaniya Sivîl a Afetê ya Hopayê, ku ji bo pêçandina birînên gelê Hopa ji aliyê şoreşger û saziyên demokrat ve hat avakirin, duh êvarê çû gund û taxan û nan, av û xwarina germ li mirovan belav kir.
-
-
-
-
-
-
Li Stenbolê 'Banga Aştî û Çareseriyê’
Aktîvîsta BÎKG'ê di panela "Banga aştî û çareseriyê" ya ji aliyê Platforma DGD'ê ve hat organîzekirin de axivî û diyar kir ku sedema muzakere xelasbûnê mekanîzmayên navneteweyî nehatin avakirin bû.
-
-
-
-
87 sazî: Bila Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn
Nûnerên KCD, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî xwestin Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. Saziyan bi daxuyaniyeke hevpar destek dan xwerêveberiyê û destnîşan kirin ku ew polîtîkayên şer ên AKP'ê qebûl nakin.
-
Gaza polîsan kalê 80 salî û neviyê 1 salî nexweş xist
Li taxa Şehît Firat a navçeya Wan Artemêtanê, polîsên ku duh bi şev bi dehan maşînên zirxî dor li taxê girtin, bi bombeyên gazê êrîş kirin. Ji ber vê êrîşê kalê 80 salî û neviyê wî yê 1 yek salî nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê.
-
Demîrtaş: Divê AKP dest ji polîtîkayên dînîtiyê berde
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku civak aştiyê dixwaze, lê AKP û Erdogan vê daxwazê nabînin û got, "Pêwîste hikûmet tavilê dest ji van polîtîkayên dînîtiyê yên welêt ber bi felaketê ve dibin, berde."
-
-
-
Topaloglû: Tabloya li Hopayê her diçe giran dibe
Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Artvînê Topaloglû yê li Hopayê dijî ji bo karesata li navçeyê got, “Her deqeya diçe tê ferqkirin ku tablo giran dibe.” Topaloglû ragihandin ku tê gotin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 20’an.
-
Li dijî bêhiqûqiyê daxwaza azadiya ji Yeşîlçali re
Ji bo serbestberdana Mehmet Yeşîlçaliy yê di çarçoveya operasyona Dozgeriya Federal a Elmanyayê ya li hemberî endamên ATÎK'ê de li Swîsreyê hat girtin, 100 kes û 29 saziyên Swîsreyî belavokeke hevpar weşandin.
-
'Şer ji aliyê AKP û Erdogan ve hat destpêkirin'
Nerazîbûna rewşenbîr û hunermendan a li polîtîkaya şer a AKP'ê dewam dike. Hunermend û rewşenbîran diyar kirin ku şer ji aliyê AKP û Erdogan ve hatiye destpêkirin û li şûna aştiyê teslîmiyet tê xwestin.
-
-