Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê em bi rewşeke nû re rû bi rû ne. Gelê Kurd, li hemberî zext û zora dewletê, êdî di jiyaneke nû de israr dike. Tevgera Azadiyê ya Kurd vê rewşa heyî weke 'rewşa şoreşger' pênase dike."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel, li bajarê Fransa Bordeaûxê beşdarî civîna gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bû. Tûncel a ku weke qiseker cihê xwe di kampa îdeolojîk a Eniya Çep a Fransayê de girt, beşdarî civîna girseyeke welatparêzan a li bajarê Bordeaûxê bû.
'LÊGERÎNA LI EDALETÊ JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN DAXWAZEKE MEZIN E'
Tûncel bal kişand ser bûyer û qewimînên dawî yên li Rojhilata Navîn û got, "Bûyerên li Rojhliata Navîn û derdora wê diqewimin nîşanî me didin ku êdî mirov naxwazin ji aliyê rêveberiyên otorîter ên navendî ve werin birêvebirin. Jiyaneke cuda, jiyaneke adîl, aştiyane, demokratîk û azadîparêz dixwazin. Bûyerên di sala 2010'an de li Tûnisê destpê kir, li Misirê dewam kir û niha li Sûriyeyê diqewimin, ji aliyê cewherî ve lêgerîna li edaletê ye. Li dijî neheqî, mêtîngerî bê edaletê, lêgerîna li edaletê ye. Lêgerîna li edaletê jib o tevahiya Rojhilata Navîn daxwazeke mezin e."
'CÎHAN ÎRO JI BO JINÊN KURD ÊN HÊVÎ DAN MIROVAHIYÊ LI ÇEPIKAN DIXE'
Tûncel têkoşîna jinên Kurd vegot û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Şoreşa Rojava îlhameke mezin dide tevahiya cîhanê, dide hemû partiyên sosyalîst. Beriya du rojan beşdarî civînên Eniya Çep bûm û min dît ku mirov li ser piyan ji bo jinên Kurd li çepikan dixin. Ji bo jinên Kurd ên pêşengiyê ji şoreşa Rojava re dikin û îro hêvî dane tevahiya cîhanê, li çepikan dixin. Cihê têkoşîna enternasyonalîst îro Rojava ye, berxwedana Kobanê ye. Ji her devera cîhanê şoreşger diçin û li wir têdikoş in."
'DI 1'Ê MIJDARÊ DE BLOKA AŞTIYÊ WÊ CAREKE DIN BI SER BIKEVE'
Tûncel bang li gel kir ku careke din bi vîneke mezin biçin ser sindoqan û got, "Pirsgirêka HDP'ê ya bendê nîne. Em ê bi hêzeke hîn mezintir derkevin pêşberî wan. Li hemberî polîtîkaya şer a AKP'ê divê em helwestek alîgirê aştiyê nîşan bidin. Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de çawa ku tevahiya cîhan ji bo Kobanê herikî kolanan, di 1'ê Mijdarê de wê hemû alîgirên aştî û azadiyê jî li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê derkevin. Xeyalên Erdogan ên serokatiyê wê bi cih neyên. Aştî û azadî wê bi ser bikeve, di 1'ê Mijdarê de wê Bloka Aştiyê careke din bi ser bikeve."