Polîtîkayên şer ên AKP'ê li Dêrsimê hatin protestokirin
Bloka Aştiyê ya Dêrsimê di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşek lidar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê Mutabaqata Dolmabahçeyê were qebûlkirin û muzakere bên destpêkirin.
ANF
DÊRSIM
şemî, 29 gelawêjê 2015, 11:52
Bloka Aştiyê ya Dêrsimê di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşek lidar xist. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê Mutabaqata Dolmabahçeyê were qebûlkirin û muzakere bên destpêkirin.
Bloka Aştiyê ya Dêrsimê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya berê heta meydana Seyîd Riza meşiya. Di meşa bi pankarta bi nivîsa "Têkoşîna aştiyê ya gelan wê şerê qesrê rawestîne" de tevî Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhaya Altûn û Mehmet Alî Bûl, Hevşaredara Perî Fadîme Çetîn Kaya, Parlamenterê Dêrsimê Alîcan Onlu û endama Koma Aştiyê Aysel Dogan gelek kes amade bûn.
Li meydana Seyîd Riza li ser navê Bloka Aştiyê Derman Taranci peyivî û diyar kir ku polîtîkayên şerê qirêj ên salên 90'î careke din di dewreyê de ne. Taranci got, "Niyeta qesrê diyar e, dixwaze bi zorê di hilbijartinan de bi ser bikeve. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê her kes bikeve bin bar, bibe yek û li hemberî vê hewldana darbeyê helwestê nîşan bide. Îro rewşek ji ya cûnta leşkerî ya 12'ê Îlonê xerabtir li holê heye. Li ser bedenên tazî sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Erdogan ê ku ji bo desthilatdariya xwe welat veguherandiye qada şewatê, serî li rêbazên qirêj ên Çîller ên salên 90'î dide."
Taranci da xuyakirin ku divê zimanê aştiyê careke din bikeve dewrê, dawî li şewitandina daristanan were anîn û qedexe werin rakirin. Taranci got, "Yekane rêya ji nû ve avakirina maseya hat qelibandin, kişandina tiliyan ji tetîkê û rawestandina vî şerê qirêj, bi pêngavên nû re emzinkirina hêviyê ye. Ji bo ev hêvî were mezinkirin em bang li her kesî dikin ku tevlî refên Bloka Aştiyê ya Dêrsimê bibin."
Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan jî got, "Em aştiyê dixwazin, lê tu çi dixwaze em ji wê re jî amade ne."
Li dû axaftinan girseya gel bi çepik û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anî.