Li Agirî gelek kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Agirî gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Agirî gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Danê vê sibehê, di serdegirtinên malan ên li taxên Kûrtûlûş, Alpaslan û Firat û gundê Karasû de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî ya Agirî Sadik taşçi, Nûnerê MEYA-DER ê Agirî Adem Aydinoglû û welatî Ridvan Kahraman, Erhan Mûglay, Ozan Şen, Nîhal Polat, Erhan Çakan û gelek kesê navên wan nehat zanîn, hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di serdegirtina malan de pace û deriyên gelek malan hatine şikandin. Binçavkirî piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.