Yildiz ê ji ber êrîşa polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Ciwanê bi navê Agît Yildiz (22) ê duh êvarê ji ber êrîşa polîsên Tirk bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê bi navê Agît Yildiz (22) ê duh êvarê ji ber êrîşa polîsên Tirk a li ber mala xwe ya Taxa Avaşîn bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Yildiz ê bi sê fîşekan birîndar bû, ji ber ku polîsan nehiştin ambûlans biçe cihê bûyerê, ji aliyê welatiyên ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatibû rakirin.

Li dû mudaxleya destpêkê ya li vir, Yildiz rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Yildiz îro jiyana xwe ji dest da.