Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hevdîtinên xwe yên Ewropayê de agahî da ANF’ê.
Demîrtaş anî ziman ku di serî de Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE), bi tevayî pêkhateyên bi bandor ên KE re hevdîtin pêk anîne û wê van hevdîtinan bidomînin.
Demîrtaş wiha axivî:
'SERKETINA HDP’Ê TÊ ŞOPANDIN Û DESTEKKIRIN'
"Hem Yekîtiya Ewropa (YE) hem jî KE di vê pêvajoyê de bi awayekî mafdar bi pêşveçûnên li Tirkiyeyê rû didin re eleqedar in. Ji ber pirsgirên navxweyî, mafên mirovan, pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, dîsa pêşveçûnên siyasî yên beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û piştî wê Ewropayê jî bandor dike. Sûriye, pirsgirêka penaberan, şerê herêmî û krîz, binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê ku di rojeva saziyên Ewropayê de ne, KE jî kiriye nav hereketê.
Demîrtaş ragihand ku di hevdîtinan de perspektîfên çareseriyê yên partiya xwe parve kirine û wiha dewam kir: "Di heman demê de mijarên hilbijartinên 1’ê Mijdarê, di pirsgirêka Kurd de bidawîkirina pêvajoya muzakereyan û destpêkirina pêvajoya bi pevçûn, wê pêvajoya aştiyê çawa destpê bike de em nêzîkatiyên xwe parve dikin. Dikarim bêjim ku hemû hevdîtin erênî derbas bûn.”
Demîrtaş diyar kir ku li ser esasê perspektîfa ku HDP’ê daniye holê serketina bi dest xistiye ji aliyê Ewropayê ve bi dîqet tê şopandin û destekkirin. Demîrtaş wiha dewam kir: "Pêşniyarên me yên der barê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê, pirsgirêka penaberan û mafê mirovan, Sûriye, Iraq û bi taybet êrîşên DAIŞ’ê de wê çareserî çawa pêk bê, erênî hatin pêşwazîkirin û destekkirin.”
‘ERDOGAN DIXWAZE BI PEVÇÛNAN SÛD WERGIRE’
Demîrtaş wiha axivî: “Li vê derê, bangaên aştiyê yên HDP’ê gelek watedar tên dîtin. Ew jî tavilê dixwazin agirbest bê îlankirin û her du alî vegerin muzakereyan. Di fikrên ku bê çima pevçûn û şer destpê kiriye de zelal in. Fikrên hevpar ev in ku hikûmetê mase qulipandiye û bi taybet Erdogan pêvajoya muzakereyan bi dawî kiriye, bi pevçûnan dixwaze sûdê wergire. Em li vir hewl didin ji bo pevçûnan rawestînin çapemeniyê agahdar bikin, her du aliyan jî îqna bikin. Hewldanên me yên aştiyê, helwestên me yên zelal, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku li vir krediyên partiya me zêde kirine. Bendewariyek mezin ji HDP’ê heye. Saziyên Ewropayê ji bo aştiyek çebibe, agirbest û muzakere pêk bên, bendewar in ku HDP’e rolek mezintir bilîze.”
'FIKARÊN DER BARÊ HILBIJARTINAN'
Demîrtaş diyar kir ku Ewropa jî ji bo ewlehiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi fikar e, Konseya Ewropa jî ji bo çavderiya hilbijartinan wê heyetekê bişîne. Demîrtaş destnîşan kir ku Ewropa hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi awayekî pir cidî dişopîne.
'ÊDÎ ME BAŞTIR FÊM DIKIN'
Demîrtaş daxwaziyên xwe ji bo hilbijartinan heyeteke çavderî, ji bo agirbestê helwesteke aktîf, li hember binpêkirina mafên mirovan mudaxeleyeke bi bandor, ji bo azadiya medya û xwe îfadekirinê hewldanên berbiçav, da xuyakirin ku ji wan re ragihandiye û wiha got: “Bi qasî ku ez dibînim jî wê van xisûsên me diyarkirin di pêvajoya hilbijartinan de zêdetir bi cih bînin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de got ku li gor pêvajoyên bihurî , Ewropa niha hê zêdetir fêm dike; zêdetir dixwaze bikeve pozîsyona ku mudaxeleyên bandortir pêk bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gor berê, em hê hêsantir trafîkên hevdîtinan pêk tînin.”