Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş, li Ewropayê hevdîtinên girîng kir. Seroka MPKE Brasseûr diyar kir ku ew ji rêveçûna li Tirkiyeyê bi fikar in û Komîserê Mafên Mirovan ê KE Mûîznîeks jî xwest agirbesta dualî bê ragihandin.
HUSEYÎN ELMALI
STRASBOÛRG
sêşem, 29 rezberê 2015, 07:12
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş bi Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Anne Brasseûr û Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê (KE) Nîls Mûîznîeks re du hevdîtinên cuda kir.
Di hevdîtinên ku ji dema dihat payîn dirêjtir dewam kir de, Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû û nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay jî amade bûn.
MIJARÊN LI SER HATIN AXAFTIN
Di hevdîtinan de li ser serenavên; ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina şerê li Kurdistanê kar û barên divê werin kirin, pêkanînên qetlîamker ên bi fermana AKP'ê re li Cizîr û gelek herêmên Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve tên kirin, êrîşên nîjadperest-faşîst ên li hemberî HDP û Kurdan, pirsgirêkên demokratîkbûyîn û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, polîtîkaya Enqereyê ya ji bo fetisandina Rojva û penaberî, hat axivîn.
Demîrtaş di hevdîtinan de anî ziman ku AKP ji ber demokrasiya pir alî napejirîne, nekariye xwe li serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de rabigire. Demîrtaş diyar kir ku AKP şer û pevçûnan kûr dike, lê HDP ji bo pêkhatina demokratîkbûyînê, ewlebûna azadiyan, naskirina mafên gelê Kurd û hindekahiyan, pêkhatina aştî û edaleta civakî têdikoş e.
Heyeta HDP'ê ji mûxatabên xwe re ragihand ku serketina polîtîk û leşkerî ya PYD, YPG/YPJ û hêzên Kurd ên li dijî terora DAIŞ û El Qaîdeyê, ji aliyê AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve nehatiye hezimkirin.
BRASSEÛR: EM GELEKÎ BI TIRS Û FIKAR IN
Seroka MPKE Brasseûr da xuyakirin ku di meseleya Kurd de ji nû ve rûdana pêvajoya şer, êrîşên li hemberî HDP'ê û di serî de çapemenî bisînorkirina azadiyan di demên dawî de, wan dixe nava tirs û fikaran. Brasseûr anî ziman ku weke MPKE, hem ji bo pêkhatina hlbijartinan bi awayekî azad û adîl hem jî ji bo çareseriya prisgirêka Kurd ew amade ye tevkariyê li xebatên li Tirkiyeyê bikin.
Hat hînbûn ku MPKE wê ji bo şopandina hilbijartinên 1'ê Mijdarê, heyeteke berfireh li Tirkiyeyê wezîfedar bike.
MÛÎZNÎEKS: DIVÊ AGIRBESTEKE DUALÎ BÊ RAGIHANDIN
Di hevdîtina bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks de, fikarên ji ber neteweperestiya li Tirkiyeyê tê sorkirin, êrîşên li kolanan û astengiya li pêşiya azadiya çapemeniyê hatin bilêvkirin. Mûîznîeks diyar kir ku di serî de li Cizîrê pêkanînên li hemberî gel nayên qebûlkirin û anî ziman ku ew van ji nêz ve dişopînin. Mûîznîeks da zanîn ku ew ji rêveçûna giştî ya Tirkiyeyê bi fikar in û destnîşan kir ku divê agirbesta dualî tavilê were ragihandin.
Di hevdîtinê de êrîşên li hemberî HDP'ê tên kirin û rê û rêbazên AKP ji bo li bin bendê hiştina HDP'ê serî lê dide, hatin nirxandin.
DI CIVÎNA LI KOMA LÎBERAL DE AXIVÎ
Demîrtaş weke vexwendiyê Koma Demokratên Lîberal a MPKE, di civîna komê de axaftineke dirêj kir. Demîrtaş piştî vê pêşkêşiya xwe, bersiv da pirsên endamên komê yên li ser rêveçûna li Tirkiyeyê, daxwazên Kurdan, rewşa li Rojava, faktora Erdogan û AKP'ê.
Demîrtaş di civîna bi beşdariya 150 kesan, ku Serokê Koma Çep a MPKE Tîny Kox, parlamenterên sosyalîst, lîberal û çep, dîplomat, pisporên KE, rojnamevanên ji Ewropa û Tirkiyeyê û raporên Tirkiyeyê yên MPKE jî hebûn, pêşkêşiyek nîv saetê kir.
Demîrtaş piştî bidawîkirina hevdîtinên xwe yên li MPKE, ji bo meşandina xebatên hilbijartinê vegeriya Tirkiyeyê. Heyeta HDP'ê jî wê xebatên xwe yên li MPKE bidomîne.