HDP: AKP hiqûqa şer li ser gel ferz dike

HDP'ê binpêkirinên mafên mirovan ên meha Îlonê aşkera kir. Meral Daniş Beştaş a HDP'yî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hiqûqa şer li hemberî gel ferz dike û bang li dadgerî û saziyên cemaweriyê kir.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê binpêkirinên mafên mirovan ên di meha Îlonê de qewimîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Beştaş da xuyakirin ku pêkanîn û kiryarên li derveyî hiqûqê yên wezîfedarên dewletê ji bo bêdengkirina mûxalefeta civakî bi kar tînin, roj bi roj xetere dibin û anî ziman, ku ji salên 90'î jî wêdetir, girtin, binçavkirin û kuştina bêdaraz rû didin.

Beştaş destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî di vê pêvajoyê de, li hemberî gelê sivîl hiqûqa şer bi cih tîne.

Beştaş di dewama daxuyaniya xwe de got, "Li gorî agahiyên ji rêxistinên me yên bajar û navçeyan hatine, ji 22'ê Tîrmehê û vir ve zêdeyî hezar kes hatine binçavkirin û bi sedan kes hatine girtin."

Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş piştî aşkerakirin binpêkirina mafên mirovan yek bi yek ên nava meha Îlonê, da xuyakirin ku li her derê îşkenceyeke sîstematîk dewam dike. 

Beştaş ragihand ku ev îşkence li dijî pîvanên hiqûqa navxweyî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û anî ziman ku mafên mirovan ên bingehîn ên bi qanûnên heyî re hatine ewlekirin, ji meriyetê hatine rakirin.

Alîkara Hevserokên HDP'ê Meral Daniş Beştaş ev bang li dadgerî û hemû saziyên cemaweriyê kir:

"Ji bîr nekin; li hemberî hemû pêkanînên we yên qanûn û hiqûqê nas nakin, em heta dawiyê parêzvanên pîvanên gerdûnî ne. Li hemberî hemû komkujî, girtin û îşkenceyan, têkoşîna me ya hiqûqî wê heta dawiyê li hemû qadan bidome. Bêhiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan, di serî de desthilatdariya siyasî wê ji ti berpirsyaran re weke kar nemînin. Berpirsyar, mîna beriya niha wê hem li pêşberî dîrokê, hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve were mehkûmkirin."