'Wê nikaribin me bêdeng bikin'
Xebatkarên DÎHA'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî çapemeniya azad dan û destnîşan kir ku ew ê rastiyan her binivîsînin.
Xebatkarên DÎHA'yê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî çapemeniya azad dan û destnîşan kir ku ew ê rastiyan her binivîsînin.
Li hemberî êrîş û serdegirtinan, ku duh li avahiya DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER'ê 32 kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin, xebatkarên DÎHA'yê peyama 'em ê bêdeng nebin' dan. Xebatkarên DÎHA'yê ji ANF'ê re axivîn.
EM Ê NIVÎSANDINA RASTIYAN BIDOMÎNIN!
Kedkarên DÎHA'yê yên Buroya Stenbolê: Weke DÎHA, em ê ti carî ji kevneşopiya çapemeniya azad tawîzê nedin û her tim heqîqetan binivîsînin. Ji ber ku DÎHA'yê hemû zilmên di dema dawî de bi konsepta şer re destpê kir kifş dikir, hedef hat girtin. DÎHA ya ku ji qetilkirina zarokan heta talankirina xwezayê, ji xespkirina mafên mirovan heta şîdeta li hemberî jinê di gelek qadan de nûçegihaniyê dike, wê ti carî bêdeng nebe. Beriya operasyonê, bi taybetî bi rêya telefonê li buroya ajansa me ya Amedê digeriyan û gef li hevalên me yên nûçegihan dihat xwarin. Bi gotina 'Nûçeyan çênekin' hewl didan çavê me bitirsînin. Tevî hemû gefan jî DÎHA'yê nûçegihanî kir û wê her bike.
EM BEDENG NEBÛN, EM Ê BÊDENG NEBIN!
Şefê DÎHA'yê yê Buroya Enqereyê Kenan Kirkaya: Ev zext ne nû ne, beriya niha jî em li heman zextan rast hatibûn. Heta niha ji sansurê heta girtinê gelek êrîş li hemberî me hatin kirin. Lê ti ji van nekarîbû bi me, wê nikaribe bi me. Em ê bûyer û qewimînan her ji gel re ragihînin. Serdegirtina li buroya me ya Amedê, tola şer e. Ji ber ku me zilm û komkujiyên li Kurdistanê derxistin holê, em bûn hedefa êrîşan. Lê belê yên ku zextê û binçavkirinan digirin û yên rûpelên me yên înternetê reş dikin, bila vê ji bîr nekin; wê ti carî nikaribin me bêdeng bikin.
22 CARAN GIRTIN, GEFÊN KUŞTINÊ LI NÛÇEGIHANÊN ME HATIN XWARIN
Şefê DÎHA'yê yê Buroya Wanê Çagdaş Kaplan: Ji roja konsepta şer tê meşandin û vir ve zextên li DÎHA, ANF, Ozgur Gundem, Azadiya Welat tên kirin, li holê ne. DÎHA bi fermana Serokwezaretiyê 22 caran hat girtin. Hem bi rêya telefonan hem jî di dema şopandina nûçeyan de tîmên taybet gefa kuştinê li nûçegihanên me xwarin. Li 10 cihan êrîş kirin. Ev binçavkirinên dawî jî dewama van êrîşan e. Dixwazin peyama 'em ê nehêlin hûn weşanê bikin' bidin û çavên me bitirsînin. Lê belê em ê bêdeng nebin. Wê nikaribin bi me.
Şefê DÎHA'yê yê Buroya Îzmîrê Selman Çîçeke: DÎHA ku bi şiyara 'ji rastiyan tawîz nayê dayîn' heta roja îro rojeva rastî ya gelên Tirkiyeyê diyar kir, di dema dawî de ji ber ku qetilkirina zarokan û şerê desthilatdariyê yê Erdogan û AKP'ê teşhîr kir, hedef hat girtin. Ev demeke dirêj e hewl tê dayîn ajansa me bê bêdengkirin, her wiha zext li nûçegihanên me tên kirin. Li herêma Egeyê 3 hevalên me hatin binçavkirin. Hevalekî me rastî lêdana faşîstan hat. Heman êrîş li herêmên din jî qewimîn. Niha jî serdegirtinê rû da. Li pêşberî vê serdegirtinê em matmayî neman! Erdogan her roj diqîre û dibêje 'wê berdêla wê bidin'. Di nîşandana rastiyan de em ê ti carî tawîzê nedin, berdêla wê jî çi be em amade ne bidin. Me bigirin jî bi sedan xwendevan û nûçegihanên dildar ên DÎHA amade ne."