ETHA û Evrensel banga piştevaniya bi çapemeniya Kurd re kirin
Saziyên muxalif li hemberî binçavkirin û zextên li ser çapemeniya azad helwest nîşan dan û banga piştgiriyê kirin.
Saziyên muxalif li hemberî binçavkirin û zextên li ser çapemeniya azad helwest nîşan dan û banga piştgiriyê kirin.
Saziyên muxalif li hemberî binçavkirin û zextên li ser çapemeniya azad helwest nîşan dan û banga piştgiriyê kirin.
Polîsên Tirk girtin ser avahiya DÎHA, Azadiya Welat û Weşanên Aramê tê de, tevî rojnamevanan 32 kes binçav kirin. Ev serdegirtin û binçavkirin rastî bertekan hat.
ETHA: ÇI PÊWÎST BE EM AMADE NE KU BI CIH BÎNIN
Gerînendeyê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyên Etkîn(ETHA) Onder Oner wiha got: “AKP’e ji 24’ê Tirmehê û vir ve êrîşên cur bi cur pêş dixe û dixwaze bi van êrîşan têkoşîna gel bişkîne û HDP’ê paş bixe. Dixwaze polîtîkayên şer pêş bixe û naxwaze ev polîtîkayên wan jî bên dîtin. Ev bingeha van zextan e. Li her derê Kurdistanê, tevgera polîsan, êrîşên polîsan, komkujiyên tîmên taybet wekî çavkanî derbas dike, çapemeniya azad e, DÎHA ye. Dixwazin pêşiya vê bigirin. Dixwazin bibêjin ‘Em li vê derê çi dixwazin pêk bînin, lê bila kes nizanibe’ Em di sedsala 21. dijîn, weşana dikin, ev nayê qebûlkirin.
Wek ETHA ji bo DÎHA’yê çi ji destên me bê em amade ne pêk bînin. Ji bo weşanên xwe bidomînin, çi pêwîst be em ê bikin. Niha zêdetirîn dema li hev xwedî derketinê ye. Zêdetirîn dema nûçeyên DÎHA’yê xwendinê ye. Ger AKP’e naxwaze naveroka van nûçeyan bên dîtin, em ê jî zêdetir nûçeyan kefş bikin û van êrîşan vala derxin. Ev, hem wekî rojnamevan wezîfeya me ye, hem jî wezîfeya gelên şoreşger, sosyalîst û welatparêz in.”
EVRENSEL: PÊWÎST E SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ BIKEVIN DEWRÊ
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrensel Fatîh Polat: "Serdegirtina li hember çapemeniya Kurd, dewama pêkanînên AKP’ê yên li herêmê ne. Li Cizîr, Silopiya, Farqînê li hember guleyên ku sekvan davêjin zarok û jinan, hevalên di çapemeniya Kurd de rojnamevantiyeke ku jiyana xwe danîn holê kirin. Bi vî awayî ji bo polîtîkayên desthilatdarî pêk tîne bigihêje cîhanê karekî baş kirin. Ji lewra ev êrîş û binçavkirin encama vê nerehetiyê ye… Pêwîst e saziyên çapemeniyê bertek nîşan bidin. Eger bêdengî çêbibe sûc e.”