'Dîktatoriya nîvco mayî wê di 1'ê Mijdarê de hilweşe'
Di civîn û panelên li gelek bajarên Swîsreyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, peyama "Dîktatoriya nîvco mayî wê di 1'ê Mijdarê de hilweşe" hat dayîn.
Di civîn û panelên li gelek bajarên Swîsreyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, peyama "Dîktatoriya nîvco mayî wê di 1'ê Mijdarê de hilweşe" hat dayîn.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swîsreyê dijîn, mîna 7'ê Hezîranê wê di hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê de jî bêjin HDP. Li gelek navendên Ewropayê, hilbijêr wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan. Bi nêzîkbûna dema dengdayînê re HDP'ê li Ewropayê lez da xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê.
Hilbijêrên li Ewropayê ku xwe amade dikin, bi bêhtir xurtkirina HDP'ê re pêşî li rejîma dîktatoriyê ya Erdogan bigirin, bi vê armancê roj bi roj xebatên xwe berfireh dikin.
Di vê çarçoveyê de li bajarên Swîsrey Zurîch, Wînterthûr û Bernê bi beşdariya bi sedan kesan civîn û panel hatin lidarxistin. Di van kombûnan de peyama "Bermayînên dîktatoriya Erdogan a ji 7'ê Hezîranê maye, wê di 1'ê Mijdarê de bê hilweşandin" hat dayîn.
ZURÎCH
Bi pêşengiya Komîsyona Hilbijartinê ya Zurîchê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, namzetê Parlamenteriya Federal ê ji Partiya Sosyalîst Mattea Meyer û gelek Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn.
Di civînê de bal hat kişandin ser girîngî û wateya hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê û hat destnîşankirin, ku dengên ji Ewropayê ji bo HDP'ê werin bikaranîn, di warê sekinandina polîtîkaya şer a AKP'ê de xwedî girîngiyeke mezin e.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan di axaftina xwe de rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand û bibîr xist ku dengên hilbijêrnên li Ewropayê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo serketina HDP'ê roleke mezin lîstine. Dogan ji bo zêdekirina van dengan banga meşandina xebatek bi seferberiyê kir.
Dogan rêjeya bilind a dengên Elewiyên li Ewropayê bibîr xist û bi taybetî ji Elewiyan xwest ku xwedî li HDP'ê derkevin.
Parlamenter Mîthat Sancar piştre mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser polîtîka şer a Erdogan û AKP'ê û destnîşan kir ku hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ji bo pêşeroja Kurdistan û Tirkiyeyê gelekî girîng in.
Piştî axaftinan bang li hemû hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê hat kirin ku di her şert û mercî de, di navbera rojên 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.
WÎNTERTHÛR
Li bajarê Wînterthûrê, bi pêşengiya platforma hilbijartinê ya Wînterthûrê civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de jî Sancar, Dogan, Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan lİ Swîsreyê Cem Bîtnel û ji xebatkarên Navenda Civaka Kurd a Wînterhtûrê Cevdet Demîr weke qiseker amade bû.
DI 1'Ê MIJDARÊ DE WÊ REFERANDÛMA 'ŞER AN AŞTÎ' BÊ KIRIN
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya li panelê de ragihand ku, derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê re, hemû polîtîkayên Erdogan û AKP'ê yên qirêj, xera kiriye.
Sancar bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî Rojava û da zanîn ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li Rojava û li Tirkiyeyê li hemberî tevgera siyasî ya Kurdan winda kirine, dest şer kirine. Sancar diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê weke referandûma şer û aştiyê be û destnîşan kir, ku ji bo avakirina aştiyê berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û ji her kesî xwest biçe ser sindoqan.
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan jî bal kişand ser rola Elewî di nava HDP'ê de dilîzin destnîşan kir ku projeya HDP'ê bûye navê jiyana bi hev re ya gelan.
Bîtnel û Demîr jî di axaftina xwe de polîtîkaya şer a AKP'ê rexne kirin û bang li hemû hilbijêrên li Ewropayê dijîn kirin, ku di her şert û mercî de di 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan.
Panel piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeya "Em ê te dîsa nekin serok" bi dawî bû.
BERN
Li bajarê Swîsre Bernê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê civîneke hilbijartinê hat lidarxisitn. Di vê civînê de tevî Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore, Hevserokê SYKP Tûncay Yilmaz, ji Keskan Haşim Sancar û gelek hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî amade bûn.
'TEMSÎLIYETA XURT A DI 1'Ê MIJDARÊ WERE BIDERXISTIN, WÊ XWERÊVEBERIYÊ XURT BIKE'
Parlamenter Sancar da xuyakirin ku Erdogan ji bo xwe bigihîne xeyala xwe ya serokatiyê, welat xistiye nava rewşeke şer û biryara hilbijartinê daye. Sancar, ji bo pûçkirina hemû planên Erdogan ji her kesî xwest, di 1'ê Mijdarê de baş bixebite.
Sancar got, "Êdî em baş dizanin ku ji bo me pirsgirêka bendê nîne. Ji bo me bend êdî ji sedî 15 ye. Nîqaşên me li ser derbasbûna ji vê bendê ye. Di 1'ê Mijdarê em çiqasî bi temsîliyeteke xurt tevlî meclîsê bibin, wê polîtÎkayên şer ên AKP'ê jî bi heman lezgîniyê bi dawî bibin û aştî pêk were.
Sancar got, "Weke HDP'ê em bi biryar in ku lingê siyasî yê xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin ava bikin" û destnîşan kir ku mezinahiya hêza di 1'ê Mijdarê de were bidestxistin, wê tevkariyeke mezin li xwerêveberiyan bike.
Civîn piştî axaftina Sancar bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.