Dr. Gurer: Dijberiya li xwerêveberiya Kurdan, durûtî ye

Dr. Çetîn Gurer bal kişand ser xweseriya demokratîk a bi îlanên xwerêveberiya Kurdan re careke din ket rojevê û herêma xweser a Tirkên Gagavûz bibîr xist.

Dr. Çetîn Gurer bal kişand ser xweseriya demokratîk a bi îlanên xwerêveberiya Kurdan re careke din ket rojevê û herêma xweser a Tirkên Gagavûz bibîr xist. Xwediyê teza destpêkê ya doktora a li ser 'xweseriya demokratîk' Dr. Gurer mafê xwerêveberî û xweseriyê yê gelan ji ANF'ê re vegot."

Dr. Gurer da xuyakirin ku îlanên xwerêveberiyê weke nerazîbûnekê dernetine holê û destnîşan kir, ku dewlet bi xwe jî gelekî baş dizane ev yek weke nerazîbûnekê, weke reaksiyonek li hemberî pêkanînên şer derketiye holê. 

Dr. Gurer got, "Dewlet gelekî baş dizane ku ev yek li hemberî serweriya dewletê ne 'gef'ek e. Ji ber ku mafê welatiyan ê xweparastinê heye. Serokkomar Erdogan bi xwe gelek caran, di dema çalakiykên Gezî de ev yek anîbû ziman. Ji bo esnafê bi sator êrîşî dabû dû protestovanan gotibû ku mafê parastina xwe, mal û canê xwe heye. Her wiha ji bo kesên bi çekan êrîşî Kurdan kirin jî gotibû 'gelê taxê' û bi vî rengî xwest bêje 'mafê xweparastinê yê gel heye."

'EGER GEF LI JIYANÊ BÊ XWARIN, HINGÎ MIROV Û GEL DIKARIN RÊVEBERIYEKE DIN TERCÎH BIKIN'

Dr. Gurer diyar kir ku tevî gelek metnên mafên mirovan ên navneteweyî, dema li nîqaşên li ser self determînasyonê were temaşekirin, wê bê dîtin ku mafê jiyanê sereke ye. Dr. Gurer li ser vî mafî got, "Self determînasyon bi kurtasî; mafê tercîhkirina rêveberiyeke din ji aliyê gelekî di bin zextê de ye. Eger mafê jiyanê yê mirovan yek bi yek an jî gel bi giştî bi tehdîtê re rû bi rû be, eger mafên mirovan û mafên kolektîf ji aliyê dewletê ve timî tê binpêkirin, hingî mafê vî gelî ye ku rêveberiyeke din a adîl tercîh bike. Rewabûna vê, sedemên vê ne cihê lêpirsînê ye. Mafê self determînasyonê ji destpêkê ve mijareke li dora vê rewşa pirsgirêkê tê nirxandin e. Mafê her takekesî, her gelî yê xwestin hikûmet û rêveberiyeke baştir, mafê aştiyê di nava bingehên hiqûqa navneteweyî de cih digirin."

'LI CÎHANÊ JI HEJMARA NETEWE DEWLETAN ZÊDETIR, HERÊMÊN XWESER HENE'

Dr. Gurer da zanîn ku xweserî bi giranî li herêmên daxwazên self determînasyonê lê zêde ne û pirsgirêkên etnîkî-neteweyî hene, dikeve rojevê. Lê belê ji bo xweserî bikeve rojevê, ne pêwîste illehî şer an jî pirsgirêk hebin. Netewe dewletên navendîparêz û klasîk, weke gavek ji bo demokratîkbûyînê, yan jî weke pêwîstiyek bi entegrebûyîna sîstema cîhana neolîberal, xweseriyê dixin meriyetê. Der barê vê de li gelek herêmên cîhanê, li Ewropa, Latîn Amerîka, Rûsya, Hîndîstanê gelek mînakên cuda yên rêveberiya xweser hene. Li cîhanê ji hejmara netewe dewletan zêdetir herêmên xweser û xweserî hene. Yanî di roja me ya îro de, hejmara netewe dewletên navendî parêz û xwe dispêrin yek neteweyê, kêm bûne. Gelek ji wan neçar mane xwe biguherînin. Yek ji mînakên kêm hatiye dîtin, ku xwe naguherîne û di rêbaza klasîk de israr dike, Tirkiye ye."

'CIHÊ GAGAVÛZ DIKARE JI TIRKIYEYÊ RE MÎNAK BÊ NÎŞANDAN'

Dr. Gurer da zanîn, ku ji ber Tirkiyeyê ji nêz ve eleqedar dike, ew dikarin du mînakên xweseriyê bidin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya yekemîn: herêma xweser a 'Cihê Gagavûz' a Tirkên Gagavûz ên li Moldova. Tirkên Gagavûz ên li vê herêmê di nava salên 1990'î de bûn xwedî statuya xweser. Ji wê demê û vir ve Gagavûzî bi zimanê Tirkî perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin, li parlamenta xwe ya herêma xweser, qanûnên der heqê xwe de derdixînin, serokên herêma xweser bêyî ji derve bê wezîfedarkirin bi rêyên demokratîk bi xwe hildibijêrin. Di vir de ya balkêş; polîtîka û helwesta Tirkiyeyê ya der heqê vê herêmê de ye. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi Cihê Gagavûz re, di sala 1996'an de bi Suleyman Demîrel re destpê kir. Ji wê demê û vir ve Tirkiye destekê dide xweseriya Tirkên Gagavûz û xwedî li wan derdikeve. Desteka aborî û çandî ya Tirkiyeyê ji vê herêmê re qet kêm nebû. Mînak TRT, bernameyên TV yên paket bi awayekî bê pere pêşkêşî herêma Gagavûz hat kirin. Ji bo xwendekarên Gagavûz li Tirkiyeyê bixwînin derfetên perwerdeyê û bûrs hat dayîn. Dîplomayên Gagavû -tip ne di nav de- hemû weke dîplomayên zanîngehên Tirkiyeyê di heman astê de tên qebûlkirin. Mîna vê, gelek destek û alîkarî hat dayîn. Tirkiye ya ku ewqasî destekê dide xweseriya Tirkên li Moldovayê, zehmet e ku dijberiya xwe ya li xweseriya demokratîk a li Tirkiyeyê rave bike. Xuyaye di ve mijarê de durûtiyek heye.

Mînakek din jî li Elmanya ye. Tevî ku sedemeke xwe ya şer an jî pevçûna çekdarî tineye jî, eyaletên Hambûrg û Bremenê, ji sala 2012 û 2013'an û vir ve bi Komeleyên Elewiyan ên li van deran dijîn re peymanek (Staatsvertrag) îmze kirine. Ev yek di zimanê me de tê wateya 'xweseriya çandî'. Civata Elewî ya ku li Tirkiyeyê hebûna xwe jî nehatiye qebûlkirin, bi vê peymanê re, weke parçeyekî rewşa pir çandî ya civaka Hambûrg û Bremenê tê qebûlkirin."

'KURD, BERDÊLA WÊ MIRIN JÎ BE LI BER XWE DIDE'

Dr. Gurer bal kişand ser wateyên têgînên xwerêveberî û xweseriyê û ev nirxandin kir: "Xwerêveberî ji her alî ve tê wateya demokrasiya yekser. Di têgîna xweseriyê de wateyeke bi vî rengî nîne. Bi gotineke din; her xwerêveberî rewşeke xweser vedibêje, lê her xweserî rewşeke xweser-demokrasiya yekser îfade nake. Mînak; li Ewropayê her çend li Bask, Başûrê Tîrol, Korsîka, Gronlandê gelek herêmên xweser hene jî, li van deran xwerêveberî nîne. Ji ber vê yekê, divê baş were lêkolînkirin ku çima meclîsên gel li şûna têgîna xweseriyê, têgîna xwerêveberiyê tercîh kiriye. Bi dîtina min pêwendiya vê bi paradîgmaya xweseriya demokratîk heye. Xweserî ji bo tevahiya civakekê yan jî tevahiya cografyayekê ye. Ev yek jî bawerim bi tenê KCD an jî KCK dikare vê bike. Hêza meclîsên gel jî bi tenê bi tax û navçeyên xwe re bisînor e. Lewma li şûna xweseriyê dikarin xwerêveberiyê îlan bikin. Tevî ku ji aliyê çarçoveyê ve sînorekî bi vî rengî heye jî, di nava raya giştî de ev têgîn tê krîmînalîzekirin û mîna ku xweserî hatiye îlankirin, tê ragihandin. Mînak; li Taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolûyê, her çend xwerêveberî hatiye Îlankirin jî, weke ku Wanê xweserî îlan kiriye, hat pêşkêşkirin. Yan jî dema meclîsa gel a navçeya Amed Sûrê xwerêveberî îlan kir, mîna ku Amedê xwerêveberî îlan kiriye atmosfereke tirsê hat afirandin. Tevî ku meclîsa gel a taxa Gazî ya Stenbolê jî xwerêveberî îlan kiriye, medyayê ev yek ne bilêv kir ne jî tirseke ku mîna Stenbolê xweserî îlan kiriye, afirand. Xuyaye 'xeterî' li gorî kes û cihê xwerêveberî lê hatiye îlankirin, tê diyarkirin. 'Gef' ne xwerêveberî ye, nîşan didin ku gef; îlana berxwedana Kurdan a heta mirinê ye."

'EGER ROJAVA BI SER BIKEVE, WÊ WEKE ALTERNATÎF WERE DÎTIN'

Dr. Çetîn Gurer diyar kir ku li Rojhilata Navîn, li hemberî modelên netewe dewletê, li dijî dewletên eşîrî, alternatîfa bi tenê ya hatiye pêşkêşkirin konfederalîzma demokratîk e û got, "Rojava wê ji vî alî ve bibe laboratûvareke girîng. Serketîbûna Rojava, wê nîşan bide ku konfederalîzma demokratîk ji bo Rojhilata Navîn bibe alternatîfek yan na."