Ji binçavkiriyan 31 kes hatin berdan

Ji 32 kesên duh li Amedê di serdegirtina li saziyên çapemeniyê yên Kurd de hatin binçavkirin, 31 hatin berdan.

32 kesên di serdegirtina polîsan a li avahiya DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER'ê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, bi pêkanîneke sosret, di lêgerîna 'şopa barûtê' de hatin derbaskirin. Polîsan 32 kes dûre ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê.

Ji binçavkiriyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî di kontrola tenduristiyê re hatin derbaskirin 31 kes hatin hatin berdan. Che Gûevara Dargin ê emrê wî biçûk e, ji ber biryara lêgerînê ya ji dozeke kevin, birin Şaxê Zarokan ê Midûriyeta Polîsan.