Dewleta Tirk êrîşî Şehîdgeha Xerzanê kir
Hat ragihandin, ku tîmên taybet û leşkeran êrîşî 'Şehîdgeha Xerzanê' ya li Bedlîsê kirine û gelek maşînên kar şandine herêmê.
Hat ragihandin, ku tîmên taybet û leşkeran êrîşî 'Şehîdgeha Xerzanê' ya li Bedlîsê kirine û gelek maşînên kar şandine herêmê.
Hêzên dewleta Tirk êrîşî 'Şehîdgeha Xerzanê' ya li Bedlîs-Xîzanê kirin. Tîmên tevgera taybet û leşkeran, danê vê sibehê êrîşî 'şehîdgehê' kirin û gelek maşînên kar şandin herêmê.
Rêveberên DBP û HDP'ê yên Bajêr, li dû êrîşê banga xwedîderketina li 'şehîdgehê' kirin. Bi girtina rêya Bedlîs-Xîzanê re hewl tê dayîn pêşî li çûn û hatina ber bi 'şehîdgehê' ve bê girtin.
Li gorî agahiyan, xetên înternet û telefonê yên li herêmê jî hatine qutkirin.