Onder: Veguhastina hilbijêr û sindoqan ji aliyê teknîkî ve nepêkan e!

Sirri Sureyya Onder bibîr xist ku di demên herî zehmet de jî hilbijartin li herêmên xwe hatine kirin û destnîşan kir ku ew ê ecanam hilbijartinê ya hikûmet dixwaze bi veguhastina hilbijêr û sindoqan bi dest bixe, pûç bikin.

Parlamenterê HDP'ê yên Enqreyê Sirri Sureyya Onder sîstema "veguhastina deng" a bi fermana qesrê re tê xwestin di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de bi cih were anîn, ji ANF'ê re nirxand.

Onder da xuyakirin ku wezîfeya dewletê ew e; derfetan biafirîne ku gel karibe bi awayekî adîl, bêalî û ewle vîna xwe li sindoqan bide der û got, "Tevî ku heta roja îro di demên herî zehmet de hilbijartin li herêmên xwe hatin kirin, hikûmet rabûye li hemû cihên dengê kêm lê bi dest xistiye, operasyonên veguhastina sindoq û hilbijêran dimeşîne. Em hêvîdar in ku ev daxwaz wê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve neyê qebûlkirin. Ji ber ku di rewşeke berevajî de, bi serlêdana welatiyeke/î dengê xwe li cihê hatiye diyarkirin bi kar neaniye re, wê karibe hilbijartinê betal bike."

Onder got, "Desteya Hilbijartinê ya Bilind jî nikare biryare ji bo veguhastina sindoq û hilbijêran werdigire, divê wernegire. Em hêvîdarin wê ji vê rewşê vegere. Bi hemû rê û rêbazan re dixwazin serketina HDP'ê ya hilbijartinê têk bibin û li erdnîgariyeke ku ew bi temamî jê çûne, bi dek û dolab, zext, zordarî û hêzên dewletê de dixwaze encama dixwaze bi dest bixe."

'AKP DERBASÎ SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ BÛ'

Onder erka waliyan a li ser biryardayîna der heqê hilbijartinê de got, "Em êdî ji wan re nebêjin walî. AKP li hemû bajarên li herêmê derbasî sîstema hevserokatiyê bûye. Yek ji hevserokên wan Serokê AKP'ê yê Bajêr e, yê din jî Walî ye. Li navçeyan jî serokê navçeyê yê AKP'ê û qeymeqam vê wezîfeyê dimeşînin. Derbasî sîstemeke bi vî rengî ya hevserokatiyê bûn. Roj wê bê hemû walî wê hesabê van behiqûqiyan li pêşberî qanûnan bidin."

'LI GORÎ ENCAMÊ EM Ê HELWESTA XWE DIYAR BIKIN'

Onder got, "Eger serlêdana veguhastina sindoqan ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve were erêkirin, dadwerî û bêalîbûna hilbijartinê jî di nav de, em ê gelek mijaran nîqaş bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Veguhastina hilbijêran jî ji aliyê teknîkî ve nepêkan e. Qala veguhastina bi qasî 40 hezar hilbijêran tê kirin. Li holê, veguhastina temamiya navçeyekê heye. Lewma; ev mijar nabe ku were nîqaşkirin. Haya hikûmeta AKP'ê jê heye ku eger têkçûneke duyemîn di sindoqê de bijî, wê ev yek bibe bidawîbûna AKP'ê. Ev hewldanên hikûmetê yên ji bo xwegirtina li desthilatdariyê ne.

Saziyên me niha dixebitin ku li hemberî vê rewşê hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî dikare çi bê kirin. Hevdîtinên me yên bi nûnerên Desteya Hilbijartinê ya Bilind re didomin. Em ê li gorî encama ji vir derkeve, helwesta xwe diyar bikin."