Zarokê bi fîşeka polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Bîlal Mengîl ê li Farqînê, bi fîşeka polîsên Tirk birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Bîlal Mengîl ê li Farqînê, bi fîşeka polîsên Tirk birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Bîlal Mengîl (16) ê roja 9'ê Îlonê li Farqînê bi fîşeka polîsên Tirk birîndar bû, li Nexweşxaneya Ozel Dunya ya Êlihê ku lê dihat dermankirin, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Li dû otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê, cenazeyê Mengîl ji bo were veşartin ber bi warê wî Farqînê ve hat birêkirin.
Mengîl, piştî ku bi futbolê lîst, dema vedigeriya malê gule li zikê wî ketibû û bi giranî birîndar bûbû.