Yê fermana qetilkirina Medenî Yildirim da nehat cezakirin

Di gilînameya li ser qetilkirina Medenî Yildirim hat amadekirin de, hat xwestin ku leşkerê kuştiye bi 18 salan bê cezakirin. Lê belê Fermandarê Jendermeyan Mûstafa Ozturk ê mukur hat ku wî fermana kuştinê daye, di gilînameyê de cih negirt.

Di gilînameya li ser qetilkirina Medenî Yildirim hat amadekirin de, hat xwestin ku leşkerê kuştiye bi 18 salan bê cezakirin. Lê belê Fermandarê Jendermeyan Mûstafa Ozturk ê mukur hat ku wî fermana kuştinê daye, di gilînameyê de cih negirt.

Di 28'ê Hezîrana 2013'an de welatiyên herêmê li dijî avakirina Qereqolan û kalekolan li gundê Hêzanê çalakî pêk anîbûn. Di çalakiya mertalên zindî ya li dijî avakirina kalekolan de leşkeran ciwanê 19 salî Medenî Yildirim qetil kiribûn. Lêpirsîna der barê kuştina Medenî Yildirim de piştî 2 salan bi encam bû. Piştî lêpirsînê gilîname hat amadekirin. Dozger der barê leşkerê wezîfedar Adem Çîftçî (23) de bi sedema "Di bin tehrîka neheq de bi zanebûn mirov kuştiye" 18 sal cezayê hepsê xwest. Lê belê Fermandarê Jendermeyan Mûstafa Ozturk ê mukur hat ku wî fermana kuştinê daye, di gilînameyê de cih negirt.

Li gorî rapora otopsiyê hat gotin ku gule li milê rastê ketiye, lê di gilînameyê de hat gotin ku gule li milê çepê ketiye. 

Leşker Adem Çiftçî jî diyar kir ku gule kişand ber lûlê, lê gule neteqand. Lê dozger wekî ku wî gule avêtibe der barê Leşker Çitftçî de ceza xwest. Dozger û rayedarên dewletê der barê fermandarên ku fermana gule berdin de lêpirsîn venekir. 

Li aliyê din Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Kayacikê J. Utgm Mûstafa Ozturk û rayedarên din ên gotin "Fermana lêdanê me da" wê neyên darizandin.