Li Edeneyê bi dehan kes hatin binçavkirin
Li Edeneyê di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê di serdegirtina malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di operasyona bi êrîşa li dijî polîsan a li Edeneyê re destpê kir de, bi dehan kes hatin binçavkirin.
Bi konsepta şer a AKP'ê re operasyonên qirkirina siyasî jî didom in. Ekîbên polîsan ên li Edeneyê, li taxên Daglioglû, Gulbahçe, Firat, Karasû û Havûzlûbahçeyê avêtin ser gelek malan. Di dema serdegirtinan de polîsan li welatiyên li malên xwe xistin û deriyên wan şikandin. Polîsan her wiha avêtin ser mala xizmên Alya Temel a li gundê Setkar ê navçeya Şirnex Elkê bi topa leşkeran jiyana xwe ji dest da.
WELATIYÊN HATINE BINÇAVKIRIN
Navên çend ji kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: "Alî Îhsan Yilmaz, Cevahîr Temel, Ridvan Yildirim, Dîlber Şahîn, Şahabattîn Ozer, Temer Bahadir û Çetîn Bahadir."