Parêzer û malbata fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ê di dema parastina Şoreşa Rojava de li Serêkaniyê roja 21'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da, ji bo destûra anîna cenaze cara duyemîn serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan.
Kek Ersîn Ûmût Guler û parêzeran, ji bo destûr bê dayîn ku cenaze ji Kobanê bînin Pirsûsê, cara duyemîn serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dan.
Derbaskirina cenaze, bi 'biryara' Desteya Wezîran a ku heta niha kesî nedîtiye, tê astengkirin.
QEYMEQAM: EGER BI YA MIN BE EZ Ê HEMA NIHA DESTÛRÊ BIDIM
Parêzer Sînan Varlik li ser serlêdanê agahî da û got, "Qeymeqam anî ziman ku serlêdana me hiqûqî ye, lê belê tevî vê yekê jî ew ê nikaribin destûra vê bide."
Li gorî agahiyên ji aliyê Varlik ve hat dayîn Qeymeqamê Pirsûsê Abdûllah Çîftçî got, "Bi ya min be ez ê hema niha destûrê bidim. Lê belê eleqeya xwe bi min nîne. Enqere destûrê nade."
Parêzer Varlik diyar kir ku wan ji Qeymeqam Çîftçî re gotine ku wan biryara Desteya Wezîran nedîtine û li ser vê yekê Çîftçî ji wan re gotiye, "Ti hukmekî ku pêşî li veşartina cenaze bigire, nîne."
Parêzer Sînan Varlik anî ziman ku ew ê di nava hefteyê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û got, "Em ê dûre bi daxwaza wergirtina tedbîrê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di nava du rojan de bersivê dide. Ji bo wergirtina cenaze, em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Xuyaye cenazeyê muwekîlê me û cenazeyên din bi biryara Qesrê tê astengkirin."
BAV MEHMET GULER LI ROJAVA MA
Bav Mehmet Guler û kek Ersîn Ûmût Guler rojek beriya cejnê li Pirsûsê ji bo wergirtina cenazeyê xwe, tevî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê serî li Qeymeqamiya Pirsûsê dabûn û bersiva "Bi biryara Desteya Wezîran wê destûr ji derbaskirina cenaze re neyê dayîn" ji wan re hatibû dayîn.
Malbat bi malbatên 16 YPG'yiyan re, bi saya destûra cejnê derbasî Kobanê bû û bav Guler, biryar da ku heta cenazeyê kurê xwe derbas bike, ew ê li Rojava bimîne.