Dibe ku li Marsê av hebe
Li gorî aganîza daneyên ji aliyê maşîna fezayî Mars Reconnaissance Orbiter (MRO) a ji Marsê re hat şandin, dibetiya hebûna ava diherike ya li gersterêka sor, gelekî zêde ye.
Li gorî aganîza daneyên ji aliyê maşîna fezayî Mars Reconnaissance Orbiter (MRO) a ji Marsê re hat şandin, dibetiya hebûna ava diherike ya li gersterêka sor, gelekî zêde ye.
Di analîzên wêneyan ên ji aliyê kovara Nature Geoscience ve hatin weşandin, tê destnîşankirin ku ava şor a heliyayî, dibe ku ji hin berwarên li ser rûyê Marsê diherike. Li gorî analîzan, herî kêm; di hin demên salê de li ser rûyê Marsê av diherike. Daneya herî girîng a ku palpiştiyê ji vê tezê re dike, encamên ji lêkolînên astrobiyolojîk ên ji hin teht û berawaran hatine wergirtin.
Li ser gerstêrkê, 'rewşa nepixandî' ya li hin berwaran, ku dema germahî digihêje 20 pile li binê sifirê xuya dike, dibetiya 'ava diherike qeşa girtiye' dixe rojevê.
Ji ber ku girîngiya avê ji bo jiyanê tê zanîn, hemû lêkolînên li Marsê bi giranî li ser hebûna avê tên meşandin. Heta roja îro li Marsê ti ava diherike nehat dîtin. Lê belê cihok û qadên av lê ziwa bûne hatin dîtin û vê yekê hêvî da lêkolîneran.
Li gorî analîzên dawî yên daneyên ji MRO hatin wergirtin, tê gotin ku dîtina ava diherike li hin teht û berwaran, hêviya li ser hebûna organîzmayên mîkro, wê zêde bike.