Dogan: Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan got, "Li dijî dewleteke ji maf, hiqûq û edaletê bêpar, îlankirina xwerêveberiyê mafê herî xwezayî ye. Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye."
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan got, "Li dijî dewleteke ji maf, hiqûq û edaletê bêpar, îlankirina xwerêveberiyê mafê herî xwezayî ye. Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye."
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan got, "Li dijî dewleteke ji maf, hiqûq û edaletê bêpar, îlankirina xwerêveberiyê mafê herî xwezayî ye. Rêveberiya dewletê li Kurdistanê têk çûye."
Dogan, şerê AKP û Erdogan li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dimeşîne, hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin û bûyerên di pêvajoya wî ya wezîrtiyê de qewimîn, ji ANF'ê re nirxand.
'EM PARTIYEKE XWE DISPÊRIN MEJÎ Û VÎNEKE HEVPAR IN'
Dogan ê ku piştî demeke di nava hikûmeta demî de cih girt îstifa kir, anî ziman ku îstifaya wan a piştî 26 rojên wezîfeya wezîrtiyê, encama daneheviyekê ye. Li hemberî gotinên 'metna xwendin, ji ku danîn pêşiya wan' ên rayedarên AKP'ê, Dogan got, "Metna ku me xwend, encama daneheviyeke demdirêj a partiya me ye. Em partiyeke xwe dispêrin mejî û vîneke hevpar in. Lewma ew meta me wê rojê xwend, bêguman metneke di desteya wezîfeyan a wê rojê de hat axivîn nebû. Ev daneheviyek bû. Danehevî û enerjiyeke partiya me bû."
'AKP BI MEJIYÊ POLÎS, DEWLETÊ BI RÊ VE DIBE'
Dogan da xuyakirin ku 26 rojên wezîrtiyê de, wan di her hevdîtinê de diyar kirine ku divê Tirkiye ji nava rewşa şer û dijwariyê bê derxistin û destnîşan kirine, ku pêwîste AKP xwe ji feraseta dewleta polîs rizgar bike. Dogan da zanîn ku bi taybetî wan komkujiyên sivîlan ên li Cizîrê rû dan xistine rojeva desteya wezîran û destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên wan jî hikûmet ji feraseta xwe ya şer venegeriya ye.
Dogan got, "Hem bi siyaseta partiya xwe hem jî bi siyaseta di 26 rojên pêvajoya wezîrtiyê de, me kifş kirin ku AKP dixwaze xwe ji şer xwedî bike" û diyar kir ku AKP û Erdogan têkiliya navbera gelên li welêt dijîn, gelekî qels kirine. Dogan got, "AKP bi temamî bi mejiyê polîs, dewletê bi rê ve dibe."
'GELÊ ME WÊ DI HER ŞERT Û MERCÎ DE XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'
Dogan got, "Belavbûna rewşa şîdetê li tevahiya welêt, bi taybetî jî giranbûna şîdeta dewletê li erdnîgariya Kurdistanê, şert û mercên hilbijartineke pêşwext a 1'ê Mijdarê, zehmet dike" û destnîşan kir, ku di her şert û mercî de gel wê xwedî li vîna xwe derkeve. Dogan di dewama axaftina xwe de got, "Tevî hemû lîstikên AKP'ê jî gelê me wê vîna xwe biparêze û xwedî li dengê xwe derkeve. Em gelekî baş dizanin ku hilbijartinên bên kirin wê nebin hilbijartineke demokratîk. Tevî vê yekê jî em ê xwedî li deng û sindoqan derkevin û bi ser bikevin."
'ARMANCA ME; HERÎ KÊM JI SEDÎ 15 YE'
Dogan ragihand ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ew ê herî kêm ji sedî 15 ê dengan bistînin û destnîşan kir ku eger CHP û MHP mîna wan bi biryar bisekine, wê AKP piştî 1'ê Mijdarê di nava rûpelên dîrokê de winda bibe. Dogan got, "Eger em zêdeyî ji sedî 15'an dengan werbigirin, wê têkiliya me ya bi girseyan re xurttir bibe. Bernameya HDP'ê wê derfetê bibîne xwe bigihîne girseyên mezintir. Xwegihandina girseyan jî tê wateya desthilatdariya gel. Bila gumana kesî tinebe; AKP wê di nava rûpelên dîrokê de winda bibe."
'RÊVEBERIYA DEWLETÊ LI KURDISTANÊ TÊK ÇÛYE'
Parlamenterê HDP'ê Dogan got, "Eger hûn nikarin gel baş bi rê ve bibin, eger hûn nikarin nirxên gel hevpar bikin, eger hûn nikaribin maf, hiqûq û edaletê biparêzin, hingî wê gel jî Xwerêveberiyê îlan bike" û destnîşan kir ku rêveberiya dewletê li Kurdistanê îflas kiriye. Dogan got, "Eger têkiliya dewletê ya bi gel re bi tenê ji şîdetêp êk tê, mafekî xwezayî ye ku gel serî li rêbazeke bi vî rengî bide. Nerazîbûna gelê Kurd nerazîbûna herî xwezayî ye." Dogan anî ziman ku divê nerazîbûna gelê Kurd rast bê fêmkirin û da zanîn ku li cihê maf, hiqûq û edalet ji holê rabûye, xwedîderketna gel li nirxên xwe rewşeke jêneveger e.
'BÛYERÊN LI KURDISTANÊ QEWIMÎN WÊ TI CARÎ NEYÊN JI BÎR KIRIN'
Dogan da xuyakirin ku komkujiyên sivîlan ên li Kurdistanê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kirin, wê ti carî neyên qebûlkirin û neyên ji bîr kirin û got, "Komkujiyên sivîlan û bikaranîna hêza zêde ya dewletê, rewşeke bê qebûlkirin nîne. Dewleteke ku îdîa dike dewleta hiqûqê ye yan jî bi demokrasiyê tê bi rê ve birin, nikare êrîşî gel bike ku bi van êrîşên xwe re rê li ber komkujiyan veke. Bûyerên li Kurdistanê diqewimin, di nava ti şert û mercan de nayên qebûlkirin. Li hemberî van hemûyan, berxwedan û nerazîbûna gel, gelekî watedar û hêja ye."
'DESTEKÊ BIDIN MEŞA AŞTÎ Û AZADIYÊ'
Dogan ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bang li gelên li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê kir û xwest, her kes destekê bide meşa aştî û azadiyê ya HDP'ê. Dogan got, "Hemû hevrê, can, sosyalîst, bindest, yên bawer dikin û bawer nakin; di 1'ê Mijdarê de destekê bidin meşa me ya dirêj. Ev meş meşa ber bi demokrasî û aştiyeke bi rûmet a mayînde ye. Vî dengî bibihîzin. Eger em vê pêvajoyê nedin destpêkirin, rojên gelekî nebaş li pêşiya me ne. Eger ev banga me bê bihîstin û em aştiyê serdest bikin, wê şerxwaz di nava rûpelên dîrokê de winda bibin. Eger em bi ser bikin wê pêvajoya demokratîkbûyîna Komarê xurttir bibe, wê pêvajoya neteweya demokratîk destpê bike."