Demîrtaş wê bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattî Demîrtaş, hevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne. Demîrtaş wê bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattî Demîrtaş, hevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne. Demîrtaş wê bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bike.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattî Demîrtaş, hevdîtinên xwe yên li Ewropayê didomîne. Demîrtaş wê bi rayedarên Konseya Ewropayê (KE) re hevdîtinan bike. Demîrtaş wê bi Sekreterê Giştî yê KE Jeppe Tranholm-Mîkkelsen, Nûnerê Timî yê Tirkiyeyê yê KE Erdogan Şerîf Îşcan, Komîserê Mafên Mirovan ê KE Nîl Mûîznîeks û Seroka Meclîsa Parlamenteran a KE Anne Brasseûr re rûnê.
POLÎTÎKAYA ŞER WÊ BÊ ROJEVÊ
Tê payîn ku Demîtraş di Koma Lîberal a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê de biaxive û beşdarî civîna Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bibe. Tê texmînkirin ku Demîrtaş li vê derê, konsepta şer a hikûmeta AKP'ê, rê û rêbazên bidawîkirina şer binirxîne. Çav li rê ye ku di hevdîtinan de pêkanînên HDP lê rast tê û pêkhatina hilbijartinê di atmosfereke wiha de bên rojevê.
Di vê navberê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ji bo şopandina hilbijartinên 1'ê Mijdarê li benda bersiva Enqereyê ye.