Li Mûş û Erzîromê 2 kes hatin binçavkirin
Li Erzîrom û Mûşê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li Erzîrom û Mûşê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Hikûmeta AKP'ê, tevî êrîşên xwe yên leşkerî, li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî jî didomîne.
MÛŞ
Li navçeya Mûş Kopê, ciwanê bi navê Bîlal Dogan li ber avahiya edliyeyê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Dogan birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Sedema binçavkirina Dogan nehat zanîn.
ERZÎROM
Li Erzîromê jî, welatiyê bi navê Mûstafa Atalay ê ji bo birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa H tê ragirtin ziyaret bike ji Îdirê hat, li ber girtîgehê hat binçavkirin. Atalay birin Midûriyeta Emniyetê ya Erzîromê.