Li taxên Ûlûturk, Tekel, Dûmlûpinar û Firat ên navçeya Amed Bismilê, duh saet di 14:30 de rewşa awarte hat îlankirin. Dûre li van taxan eletkrîk hat birîn, hêzên çekdar ên dewletê 4 tax dorpêç kirin û dest bi êrîşê kirin.
Di dema êrîşa polîsan de, li taxa Dûmlûpinarê polîsan roket avêtin mala malbata Şîmşek û di encamê de Elîf Şîmşek a 8 salî jiyana xwe ji dest da. Ji heman malbatê Pelda, Avşîn, Bedîa, Ahmet û Mehmet Şîmşek birîndar bûn.
Ji birîndaran Ahmet Mehmet û Pelda Şîmşek li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl, Bedîa û Avaşîn Şîmşek jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê tên tedawîkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a duh bi şev li Bismilê bû got, "Dema ez çûm Bismilê, destpêkê min berê xwe da nexweşxaneyê û bi malbata Şîmşek re axivîm. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji aliyê malbatê ve hatin dayîn, topa hawanê li malê ketiye. Dûre hat gotin ku roket lê ketiye. Çawa bûye bûye, di encamê de zarokek hat kuştin, 5 kes jî birîndar bûn. Duh êvarê digotin ku divê lingên dayikê werin jêkirin. Ji ber ku ji enxweşxaneyê derketim, nizanim niha encam çi ye. Her wiha zarokekî bi navê Agît Yildiz jî anîn. Di bedena wî de 3 fîşek hebûn. Rewşa wî giran bû. Di rê de, di ambûlansê de du caran dilê wî sekinî. Li nexweşxaneyê jî dilê wî disekine."
Yîgîtalp anî ziman ku îlanên qedexeya derketina derve yên ji 24'ê Tîrmehê û vir ve her di rojevê de ne, rê li ber mirina sivîlan vedikin û got, "Cizîr, Silopiya, Gimgim li holê ne. Dewlet li ser windahiya can, li ser mirinan daxuyaniyê jî nade. Hewl dide komkujî û polîtîkaya şîdetê ya bi qedexeya derketina derve re tê kirin, rewa nîşan bide."
Yîgîtalp pirsa "Her roj mirov dimirin, gelo ev ne bes e ji bo şer bê qedandin?" kir û got, "Her kes dimire, gerîla, leşker, polîs, sivîl. Her kes dibîne ku tiştek ji van polîtîkayên şer bi dest nakeve. Desthilatdarî jî vê rastiyê dibîne û ji bo rewşê berevajî nîşan bide, derewan dike. Hewl dide bi van derewan re ser rastiyê binixumîne."
Yîgîtalp li hemberî pirsa "bi çi awayî mir?" a rojnamevanan derket û got, "Hûn çima vê didin nîqaşirin? Mirov dimirin û ne berî demeke dirêj. Niha dimirin. Hiş û bîra me gelekî zindî ye. Ev mirin, gelo ji bo sekinandina şer, têrê nakin? Gelo hînê dema çareserî û muzakereyê nehatiye?"