Polîsan vê sibehê dîsa êrîşî Sûrê kirin
Polîsên Tirk ên xwestin bikevin nava taxa Fatîhpaşa ya Sûrê, êrîşî gel kirin. Berxwedana gel a li hemberî vê êrîşê dewam dike.
Polîsên Tirk ên xwestin bikevin nava taxa Fatîhpaşa ya Sûrê, êrîşî gel kirin. Berxwedana gel a li hemberî vê êrîşê dewam dike.
Polîsên Tirk ên danê sibehê xwestin bikevin nava taxa Fatîhpaşa ya Sûrê, êrîşî gel kirin.
Gel li hemberî êrîşê dest bi xweparastinê kir. Kurdistaniyan bi girtina derabeyên dikanan, girtina deriyan û bi lêdana li qûşxaneyan re çalakiyê pêk tînin.
Hat ragihandin ku sekvanên polîsên Tirk li ser banê avahiyan bi cih bûne.