Nerazîbûnên li hemberî êrîşên li dijî çapemeniya azad zêde dibin

Êrîşên bi lêgerîn û binçavkirinan li hemberî saziyên çapemeniya azad ve tên kirin, rastî nerazîbûa rêxistinên civakî yên demokratîk tên. Nûnerên Bloka Aştiyê, DÎSK, KESK, ÎHD û TTB, banga piştgirîdayîna çapemeniya azad kirin.

Êrîşên bi lêgerîn û binçavkirinan li hemberî saziyên çapemeniya azad ve tên kirin, rastî nerazîbûa rêxistinên civakî yên demokratîk tên. Nûnerên Bloka Aştiyê, DÎSK, KESK, ÎHD û TTB, banga piştgirîdayîna çapemeniya azad kirin.

Tîmên taybet, bêyî biryareke lêgerînê bi çekan avêtin ser buroyên DÎHA, Azadiya Welat, KURDÎ-DER û Weşanên Aram û 32 kes kirin binçavkirin. Nerazîbûnên li hemberî vê êrîşê, zêde dibin. Nûnerên Bloka Aştiyê, DÎSK, KESK, ÎHD û TTB ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku pêkane AKP heta hilbijartinê êrîşên bi heman rengî bidomîne.

BLOKA AŞTIYÊ: ARMANC, GIRÊDANA DEST Û LINGÊ HDP'Ê YE

Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy, operasyona li hemberî çapemeniya azad şermezar kir û anî ziman ku bûyerên diqewimîn nîşan didan ku wê bigihêjin vê nuqteyê. Gursoy da xyakirin ku hikûmeta demî, piştî ku li bajar û navçeyên destekek xurt ji HDP'ê re tê dayîn dest bi teroreke mîna rewşa awarte kir, berê xwe da navgînên ragihandinê û destnîşan kir, ku bi yekê re dixwaze ku HDP nikaribe di çapemeniya azad de xwe nîşan bide û bi vî awayî deng û lingê HDP'ê di hilbijartinê de girê bide.

Gursoy, operasyona serdegirtinê ya li hemberî çapemeniya azad weke 'xeleka dawî ya operasyona hilbijartinê' pênase kir û got, "Dewlet guleyan li mirovan direşîne, zarokan dikuje û dûre radibe dibêje 'PKK'ê kuşt'. Guleyan li ajokarê ambûlansê direşînin, xaniyan bombe dikin, dişewitînin û radibin dibêjin 'PKK'ê kiriye'. Ji bo van derewên xwe veşêre dixwaze çapemeniya azad bêdeng bikin."

ÎHD: DESTHILATDARIYÊ DERS JI DEMA BERÊ DERNEXISTIYE

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku zexta li saziyên çapemeniyê ya bi rêya dadgeriyê tê kirin nayê qebûlkirin û anî ziman ku desthilatdarî bi sûcdariyên nedîtbar re kedkarên çapemeniyê binçav dike û digire." Turkdogan got, "Ev rêbaz ne nû ye. Beriya pêvajoya çareseriyê di salên 2011-2012'an de gelek xebatkarên çapemeniya Kurd hatin girtin û bi sûcdariyên bêbingeh re hatin girtin. Bi fikarim ku em heman pêvajoyê careke din dijîn. Ev hemû nîşan dide ku desthilatdariyê ji dema berê ti ders dernexistiye.

Turkdogan anî ziman ku nûçeyên rast ên li ser pêvajoya şer yekser di çapemeniya Kurd de dikare bê temaşekirin û got, "Binçavkirina nûçegihanên van nûçeyan amade dikin, hewldanên ji bo veşartina rastiyane." Turkdogan destnîşan kir ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de ber bi asta welatê herî nebaş ve diçe.

KESK: ÇAPEMENIYA AZAD SERÎ NATEWÎNE

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen da xuyakirin ku operasyona li hemberî çapemeniya azad, parçeyek ji pêvajoya ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin e û anî ziman ku zextên ji berê ve li saziyên Kurdan tên kirin, ti encam bi xwe re neanîne û wê nînin. Ozgen got, "Çapemeniya azad ti carî serî li ber şantajan natewîne" û ragihand ku bi êrîşa li hemberî çapemeniya azad re, mafê wergirtina nûçeyên rast ê raya giştî hedef hatiye girtin. Ozgen diyar kir ku ew van hewldanên bêdengkirinê şermezar dikin û xwest, pêkanînên antî demokratîk û li dijî hiqûqê yên li ser çapemeniya azad, tavilê bi dawî bibin.

DÎSK: DIVÊ HER KES LI DIJ DERKEVE

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî da xuyakirin ku hedefgirtina çapemeniya azad, êrîşa li hemberî azadiya çapemeniyê û mafê wergirtina nûçeyan ê gel e. Çerkezoglû bi dehan caran girtina malperên DÎHA û gelek saziyên din ên çapemeniyê bibîr xist û destnîşan kir ku divê her kes li hemberî van sansur û binçavkirinan dengê xwe bilind bikin. Çerkezoglû got, "Dijderketina li vê sansurê, dijderketina li şer e. Weke DÎSK, em binçavkirin û serdegirtinên li hemberî çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin. Çapemeniya Azad bêdeng nabe."

TTB: MEJIYÊ DEWLETÊ LI CIHÊ ÇÎLLER HIŞTIYE MAYE!

Sekreteê Giştî yê TTB'ê Samet Menguç anî ziman ku binçavkirina kedkarên çapemeniy azad, nîşaneya konsepta şer a AKP'ê ye û da zanîn ku bi van rêbazên dijhiqûqî re tê xwestin HDP di binê bendê de bê hiştin. Menguç ragihand ku AKP bi birîna qenalên ragihandinê re dixwze manîpulasyona xwe li ser civakê ferz bike û diyar kir ku heta 1'ê Mijdarê wê zextên bi vî rengî bidomin. Menguç diyar kir ku bi van êrîşan re tê xwestin mûxalefet bi temamî ji holê were rakirin û got, "Mejiyê dewletê hînê li cihê Çîller li dû xwe hiştbû, ye." Menguç got, "Di salên 1990'î de çawa ku bi destê Çîller saziyên çapemeniya azad hatin bombekirin, çawa ku kedkarên çapemeniyê hatin kuştin, çawa ku 17 hezar 500 bi kiryar nediyar hatin qetilkirin, îro jî heman konsept di dewreyê de ye. Lê çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin."