Dorpêçî û berxwedana li sê navçeyan didomin

Li Lice û Elkê terora dewletê dewam dike. Li Bismilê, ji bo Elîf Şîmşek (8) a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, esnafan dikan venekirin. Cenazeyê Şîmşek ji bo were veşartin, ber bi gundê Kopeklî ve hat şandin.

Li Lice û Elkê terora dewletê dewam dike. Li Bismilê, ji bo Elîf Şîmşek (8) a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, esnafan dikan venekirin. Cenazeyê Şîmşek ji bo were veşartin, ber bi gundê Kopeklî ve hat şandin.

LICE

Li navçeya Amed Liceyê, xetên înternet û telefonê duh bi şev hatin birîn. Ji danê sibehê ve leşker nahêlin çûn û hatin li navçeyê çêbibe. Rêyên ji navçeyên Karaz û Hênê ber bi Liceyê ve tên, hatine girtin. Destûr ji welatiyan re nayê dayîn ku di van rêyan de biçin û bên.

BISMIL

Li navçeya Amed Bismilê jî, li dijî hewldana komkujiyê ya ji aliyê leşker û polîsan ve hat kirin, esnafan dikanên xwe venekirin. Di êrîşa bi roketan a polîsan de duh li navçeyê Elîf Şîmşek a 8 salî li mala xwe jiyana xwe ji dest dabû, ji heman malbatê 5 kes û Agît Yildiz jî li ber mala xwe bi fîşeka polîsan birîndar bûbûn. Cenazeyê Elîf Şîmşek a otopsiya wê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin, ji bo were veşartin ber bi gundê Kopeklî yê Bismilê ve hat şandin.

ELKÊ

Li bejahiya navçeya Şirnex Elkê jî, tevî operasyona leşkerî, dorpêça navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve didome. Tevî ku li navçeyê qedexeya derketina derve hatiye rakirin jî hemû rêyên navçeyê bi wesayîtên zirxî hatine giritn. Her wiha li gel dorpêçkirina rêyên navçeyê çûn û hatine nexweşxaneyê bi awayekî kêfî tê astengkirin.

Tevî dorpêça li navçeyê, 3 operatorên telefonan, xetên înternetê qutkirî ne û ji ber vê yekê têkilî bi navçeyê re nayê danîn.

Hat ragihandin ku operasyona leşkerî li gundên Gelejêrê û Setkarê berfireh bûye. Li gorî agahiyan, li van herêman pevçûnên dijwar rû didin. Ji Fermandariya Jendermeyan a Elkê herêm tê bombebarankirin û dem bi dem helîkopter çiyayên derdorê bombebaran dikin.

Ji ber operasyonê çûn û hatina gundan û navçeyê tenê di rêya çiyê de pêk tê.