ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Aydinê operasyonên li dijî HDP'yiyan
Li Aydinê, di serdegirtinên malan de tevî rêveberên HDP'ê gelek kes hatin binçavkirin. -
Gokçek îxbar kir, polîsan binçav kirin
Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, danê vê sibehê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. -
Îşkenceya li girtiyê nexweş
Girtiyê bi nexweşiya giran Alî Kûrban, ji bo bê tedawîkirin anîn Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê lê belê bêyî tedawiya wî biqede, ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa M ya Sîlîfke hat kirin. -
Ji nava qeydên polîsan derket holê ku Kaçeroglû bi plan hatiye lînçkirin
Ji nava qeydên bêtêlê yên '155 polîs' fermana "Ekîban bi ti awayî neşînin Taxa Mevlana û Doganlar" a Midûrê emniyetê aşkera bû. Bi vî rengî derket holê ku Ekrem Kaçeroglû bi awayekî plankirî hatiye lînçkirin. -
2 kes li Kemahê hatin girtin
Li navçeya Kemahê ya Erzînganê ji 6 kesên hatin binçavkirin Huseyin Kalay ê 70 salî û Îsmail Kahraman hatin girtin. -
Artêşa Tirk êrîşî YPG’ê kir
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku Artêşa Tirk li hember çeperên wan êrîş pêk aniye. -
‘Tevgera Azadiya Kurd nûnertiya xeta Huseyîn dike'
Li Parîsê aktîvîteya aşûreyê hate lidarxistin. Di axaftinan de banga xwerêxistinkirin û xwerêveberiyê li Elewiyan hat kirin. -
Li Hollandayê banga roja dawî: Em dengên xwe bikar bînin
Rayedarên HDP’yî li Hollandayê bang li hilbijêran kirin ku bên ser sindoqan. -
Li Helebê 25 sivîl hatin qetilkirin
Ji ber şerê li bajarê Helebê û gundewarê wê îro 25 welatiyên sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Nedayîna cenazeyên 3 gerîlayên TKP/ML-TÎKKO ji bo malbatan hat şermezarkirin
Tevî ku cenazeyên 3 gerîlayên TKP/ML-TÎKKO ji aliyê malbatan ve hatine teşhîskirin jî, Dozgeriya Elezîzê nahêlin malbat cenazeyên xwe werbigirin. Li dijî vê astengiyê, meşek hat lidarxistin. -
Yuksekdag: Li dijî vê sîstema kevn, em alternatîfa tekane ne
Yuksekdag diyar kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP'ê poşman bikin û desthilatdariya gelan ava bikin. Yuksekdag destnîşan kir ku eger AKP bi ser bikeve wê şer girantir bibe û komkujî ji nû ve rû bidin. -
Banga lezgîn a dengdayînê li hilbijêrên li Elmanya û Spanyayê hat kirin
Dengdayîna li derveyî welat a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê îro bi dawî dibe. Bang li hilbijêrên li Elmanya û Spanyayê hat kirin, ku di roja dawî de bi lez û bez dengê xwe bi kar bînin. -
Demîrtaş li Esenyûrtê karker ziyaret kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, danê sibehê karkerên li înşeateke Esenyûrtê ziyaret kir û bi wan re taştê xwar. -
Ji bo pêşerojeke azad banga dengdayînê li hilbijêrên li Stockholmê hat kirin
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê, duh bi hezaran Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî û Elewî li paytexta Swêd Stockholmê çûn ser sindoqan û tercîha xwe ji bo aştî, demokrasî û azadiyê kirin. -
Li Japonyayê dengdayînê bi bûyeran destpê kir
Li Japonyayê, di dema dengdayînê de, ji ber ku AKP'yiyan êrîşî hilbijêrên HDP'yî kirin, pevçûn derket. -
Komkujiya Enqereyê li Krefeldê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Krefeldê, bi armanca şermezarkirina Komkujiya Enqereyê û destekkirina HDP'ê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek hat lidarxistin. -
'Divê Semsûr ji AKP'ê bê paqijkirin'
Şiyar Adiyaman diyar kir ku encamên di 1'ê Mijdarê de li Semsûrê derkeve holê wê bibe bersivek ji Gladyoya Kesk a berpirsyarê komkujiyên Pirsûs û Enqereyê ye û destnîşan kir, ku divê Semsûr di 1'ê Mijdarê de bi temamî ji DAIŞ û AKP'ê bê paqijkirin. -
Divê 1'ê Mijdarê weke roja hesabpirsînê bê dîtin!
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku divê 1'ê Mijdarê roja hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê, ji aliyê gelen Kurdistan û Tirkiyeyê ve weke roja hesabpirsînê bê dîtin. -
TKP/ML - TÎKKO: Li Dêrsimê 3 hevrêyên me şehîd ketin
TKP/ML-TÎKKO da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê de 3 gerîlayên van li navçeya Dêrsim Pulurê jiyana xwe ji dest dane. -
Dayikên Şemiyê: Em ji torosên spî natirsin
Dayikên Şemiyê ji Galatasarayê bersiv dan daxuyaniya Serokwezîr Davûtoglû ya digot, "Eger AKP bikeve, wê torosên spî werin". Dayikan gotin, "Em ji torosên we natirsin". -
Piştî ku name bi kêr nehat, AKP'ê vê carê gef xwar!
AKP, ji ber ku li Swîsreyê destek nedît, gefan li hilbijêrên HDP'ê dixwe. Karsazekî HDP'yî yê bi navê Alî Polat diyar kir ku AKP'yî hatine cem wî û gefa; "Tu yê berdêleke giran bide" lê xwarine. -
Mirovên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, saet di 10:04 de li cihê lê hatin qetilkirin, ji aliyê jinan ve hatin bîranîn. -
Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê 6 kes hatin girtin, 42 kes hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, li Kopê 6 kes hatin girtin. Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê herî kêm 42 hatin binçavkirin. -
ESP û SGDF saet di 10.04. de rêya E-5 birîn
Endamên ESP û SGDF, di hefteya 2. a komkujiya Enqereyê de rêya E-5 li herêma Yenîsahra li trafîkê girtin. Sosyalîstan saet di 10.04 a kêliya teqînê de lastîk danîn ser rê û dirûşmên "Hesabê Enqereyê wê bê pirsîn" qîriyan. -
Li Şirnexê 'torosên spî' li ser kar in
Bereket Ûrat ê 22 salî, di destpêkê de li wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral hat siwarkirin, dûre li wesayîteke bi marka Meganê hat siwarkirin û li şûna emniyetê ew birin derveyî bajêr. Ji ber ku sîxurî qebûl nekir, gefa mirinê lê hat xwarin.