Li Hollandayê banga roja dawî: Em dengên xwe bikar bînin

Rayedarên HDP’yî li Hollandayê bang li hilbijêran kirin ku bên ser sindoqan.

Rayedarên HDP’yî li Hollandayê bang li hilbijêran kirin ku bên ser sindoqan.

Li derveyî welêt dengdayîna ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi dawî dibe.

Li Hollandayê hilbijêr îro ji bo cara dawî dengên xwe bikar bînin ketin rêzê. Di nav 4 rojan de bi giştî 82 hezar û 327 deng hatin bikaranîn. Di hilbijartina berê wê de 76 hezar û 520 deng hatibûn bikaranîn.

HETA 21.00'Ê WÊ BIDOME

Dengdayîn wê heta saet 21.00 bidome. Her wiha mirov dikare li numaraya 0090 444 9945 a Desteya Hilbijartinê bigerin.

Ji ber saziyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Hollanda hê jî wesayît radibin û ji duh ve jî otobus radibin.

KESÊN DÎROKA PASAPORTA WAN QEDIYAYE DIKARIN DENGÊN XWE BİKAR BÎNIN

Di vê navberê kesên dîroka pasaporta wan derbas bûye jî dikarin dengên xwe bikar bînin. Ji ber a girîng numaraya nasnameyê ye.

Rayedarên HDP'yî jî ev agahî dan: "Kesên di bikaranîna dengan de pirsgirêkan dijîn bi Mînaka Qeyda Nifûsê ku diçin Konsolosxaneyê, pêwîst e li 2. deriyê li çepê deriyê esasî bidin û bikevin hundir."

Li Amsterdam, Deventer û Rotterdam dengdayîn ji duh ve ku zêde bûye, li her sê deveran jî ji bo HDP’ê banga piştgiriyê hat kirin.