Li Japonyayê dengdayînê bi bûyeran destpê kir

Li Japonyayê, di dema dengdayînê de, ji ber ku AKP'yiyan êrîşî hilbijêrên HDP'yî kirin, pevçûn derket.

Li paytexta Japonya Tokyoyê, Kurdistaniyên ku ji bo dengdayînê danê sibehê çûn ser sindoqan, rastî êrîşa AKP'yiyan hatin. Ji ber êrîşê 4 Kurd birîndar bûn.

Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'yiyan dan û destnîşan kirin, ku çi dibe bila bibe ew ê dengê xwe bi kar bînin.

Kurdistaniyan bang li hemû hêzên demokrasiyê kirin, ku dengê xwe bi kar bînin.

...