Ji nava qeydên polîsan derket holê ku Kaçeroglû bi plan hatiye lînçkirin

Ji nava qeydên bêtêlê yên '155 polîs' fermana "Ekîban bi ti awayî neşînin Taxa Mevlana û Doganlar" a Midûrê emniyetê aşkera bû. Bi vî rengî derket holê ku Ekrem Kaçeroglû bi awayekî plankirî hatiye lînçkirin.

Ji nava qeydên bêtêlê yên '155 polîs' fermana "Ekîban bi ti awayî neşînin Taxa Mevlana û Doganlar" a Midûrê emniyetê aşkera bû. Bi vî rengî derket holê ku Ekrem Kaçeroglû yê di dema çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê de hat qetilkirin, bi awayekî plankirî hatiye lînçkirin.

Li Îzmîrê, di 7'ê Cotmeha 2014'an de bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, gel li gelek nuqteyan çalakî lidar xistibû. Di çarçoveya van çalakiyan de li Taxa Doganlar a Bornovayê gel daket kolanan, lê belê gurûheke faşîst di bin kontrola polîsan de êrîşî gel kiribû. Di dema vê êrîşê de yek ji beşdarên çalakiyê Ekrem Kaçeroglû (38) bi guleya lê ketî bi giran birîndar bû û tevî ku bi birîndarî li erdê dirêjkirî jî bû, li pêş çavên polîsan ji aliyê vê gurûha nîjadperest ve demeke dirêj hatibû lînçkirin. Xizmên Kaçeroglû bi zorê ew rakiribûn Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê, lê belê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Di vê çarçoveyê de, ji ber sûcê "bi zanebûn kuştina mirov" li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê doz hat vekirin. Tevî dîmenên li cihê bûyerê û vegotinên şahidan jî 4 bersûc bi awayekî negirtî tên darizandin.

Ji qeydên bêtêla polîsan a 07.10.2014 roja bûyerê derket holê, ku hay ji rûdana bûyeran hebû, tevî vê yekê jî midûrê meniyetê ferman daye ku ekîbên fermî yên polîsan neçin cihê bûyerê û yên li taxa Mevlana û Doganlarê jî ji herêmê hatine vekişandin.

Axaftina di 2 qenalên bêtêla asayîşê de hat kirin bi vî rengî ye: "Bêtêla bi frekansa 5920; 'Bila stasyonên me bi girîngî fermanên midûrê me yê 2038 bişopînin. Bi ti awayî hûn ekîbên fermî naşînin Taxa Mevlana û Doganlarê. Belê bi ti awayî ekîbên fermî ji Taxa Mevlana û Doganlarê nayê şandin. Fermanên Midûrê me yê 2038 e. Em bi vî rengî bişopînin.'

Wekî din di frekansa 5920 a bêtêlê de tê gotin; 'Ji 5920 ji bo hemû yekîneyên fermî yên ser bi 5910. Em bi ti awayî ekîban naşînin Taxa Mevlana û Doganlarê. Fermanên midûrê me yê 2038 e. Ez bi telefonê agahiyê didim navendê."

'QEYDÊN BÊTÊLÊ GELEKÎ ZELAL IN'

Parêzera malbatê Nezahat Paşa ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku bi rêya dadgehê wan xwe gihandine qeydên bêtêla 'Polîs 155' û got, "Di van qeydan de bi awayekî vekirî tê nivîsandin ku du kom hatine hemberî hev û êrîşan destpê kirine. Heman saetê, demeke kurt beriya êrîşa li hemberî Ekrem, di qeydên bêtêlê de derdikeve holê ku midûrê emniyetê dibêje divê bi ti awayî ekîbên fermî ji taxa Mevlana û Doganlarê neyên aşndin. Beriya niha dîsa li vê taxê êrîşên nîjadperestî hatibûn kirin û gelek kes birîndar bûbûn. Tevî ku ev tê zanîn jî, ti tedbîr nehat girtin. Di dîmenan de jî tê dîtin ku did estê koma nîjadperest de çekên ji bo di êrîşê de bi kar bînin hene. Fermana midûrê emniyetê ya ji bo neşandina polîsên fermî, hem rê li ber vê encmaê vekir, hem jî xemsariyeke gelekî cidî ye."

'LI HEMBERÎ EMNIYETÊ TIŞTEK NAYÊ KIRIN'

Paşa ragihand ku ji roja destpêkê ve wan destnîşan kirin ku emniyet ji vê bûyera lînçê berpirsyar e û got, "Êrîşek bi agahdariya emniyetê hatiye kirin e. Di qeydên bêtêlê de jî bi awayekî vekirî dinivîsîne ku ji bo pêşî li bûyerê neyê girtin, polîs nayê şandin. Li ser vê mijarê, ti lêpirsînek li hemberî midûrê emniyetê û polîsan hatiye vekirin nîne. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin."

...