Mirovên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, saet di 10:04 de li cihê lê hatin qetilkirin, ji aliyê jinan ve hatin bîranîn.

Meclîsa Azadiyê ya Jinan, di hefteya duyemîn a Komkujiya Enqereyê de, li ber Gara Enqereyê cihê komkujî lê hat kirin, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. 

Di merasîma bîranînê de tevî endamên Dayikên Şemiyê, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Hevseroka HDK'ê Sebahat Tûncel û Şarebara Berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan, gelek endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinan amade bûn.

Di kêliya ku komkujiyê rû da, saet di 10:04 de ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de wêneyên jinên hatin qetilkirin û qurnefîlên sor hatin rakirin.

Endama Meclîsa Azadiyê ya Jinan Evrîm Kûrtoglû di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku 10'ê Cotmehê careke din nîşan da ku Tirkiye erdnîgariyeke komkujiyê ye û got, "Rûpeleke bi tenê ya salnameyê nîne ku tê de kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz lê nehatine qetilkirin."

Kûrtoglû anî ziman ku berpirsyarên Komkujiya Enqereyê, di serî de Serokkomar Erdogan, siyasetmedarên AKP'yî, medya alîgir û rojnamevanên tetîkkêş in û destnîşan kir ku hebûna xetere ya DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyê, encama tercîhên AKP'ê yên polîtîka derve û hundir e.

Kûrtoglû di dewama axaftina xwe de got, "Em jin dil bi êş in, parçe parçe bûne, bi hêrs in... Lê em ne bêhêvî ne, em natirsin, em ê ji rêya xwe venegerin. Em ê hem di şîna hevalên xwe de bin, hem jî bîranîn û têkoşîna wan bidin jiyîn. Deynê li stûyê me ye ku em aştiyê bînin welêt. Em ê dev ji israra xwe ya aştiyê bernedin. Aştî wê bi ser bikeve."

Merasîma bîranînê, piştî ku qurnefîlên sor li qada komkujiyê hatin danîn, bi dawî bû.