YE û London piştî Brexitê têkiliyan ji nû ve geş dikin
Yekîtiya Ewropa û Qraliyeta Yekbûyî di civîna bilind a payebilind de ya li Londonê bi armanca jinûve geşkirina têkiliyan a piştî Brexitê hate lidarxistin, gavên girîng avêtin.
Yekîtiya Ewropa û Qraliyeta Yekbûyî di civîna bilind a payebilind de ya li Londonê bi armanca jinûve geşkirina têkiliyan a piştî Brexitê hate lidarxistin, gavên girîng avêtin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, peymana hvekariyê ya parastin û ewlekariyê jî di nav de li ser metneke ji sê bingehan lihevkirin pêk hat.
Piştî Brexitê ya ku 31'ê Çileya 2020'î pêk hat, têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Qraliyeta Yekbûyî demekê sekinî bûn. Lê belê dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê û rîska vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji Ewropayê, zemîneke xurt a hevkariyê ya navbera London û Brukselê amade kir.
Serokwezîrê nû Keir Starmer di civîna bilind de îradeya xwe bi şênberî eşkere kir ku bi Yekîtiya Ewropayê re hîn bêhtir têkiliyeke nêz dîne.
Starmer li ser platforma medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Ji bo berjewendiyên neteweyî em ê peymanekê mohr bikin. Ev yek wê bê wateya hevkariya hîn bêtir a li ser ewlekariya sînor, fatûreyên hîn kêmtir û karê hîn zêdetir."