Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê 6 kes hatin girtin, 42 kes hatin binçavkirin-HAT NÛKIRIN
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, li Kopê 6 kes hatin girtin. Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê herî kêm 42 hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, li Kopê 6 kes hatin girtin. Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê herî kêm 42 hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê de, li Kopê 6 kes hatin girtin. Li Mûş, Wan, Şirnex û Sêrtê herî kêm 42 hatin binçavkirin.
Li navçeya Mûş Gimgimê, leşkeran li hemberî gundên li derdora "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya berê hatî bombebarankirin operayon lidar xistin. Tîmên taybet û bi sedan leşker bi wesayîtên zirxî li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya li bejahiya gundê Kulan operasyon pêk anîn û 2 konên li qada şehîdgehê şewitandin.
Tevî goristanê leşkeran li navenda navçeyê û gundên Qeremêş, Gundê Mîra, Goma Gorgo û Reqasa de bi ser gelek malan de girtin û li gelek malan lêgerîn pêk anîn. Di dema serdegirtinan de deriyên malan şikandin û heqaret li welatiyan kirin. Di encama serdegirtinan de gelek kes hatin binçakirin. Navên kesên li navenda navçeyê û gundan hatin binçavkirin ên hatin zanîn wiha ne: Ercan Deger, Hulkî Ozbey, Alîcan Çelîk, Rahmî Bîngol, Saîm Bîngol, Davut Bîngol, Talîp Dag, Hayrettîn Aksoy, Nihat Bîngol, Gursel Taş, Volkan Alpay, Halîs Şenyurek, Okan Ozdemîr û Şehmuz Tanriverdî.
Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.
LI KOPÊ 6 KES HATIN GIRTIN
Li navçeya Mûş Kopê, 6 HDP'iyên li taxa Zafer û bajarokê Rustemgedîkê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî dayîna îfadeyan, dozgeriyê bi îdîaya "endamên rêxistinê ne" xwest bên girtin û ew sewqî Dadgeha Sulh Ceza kir. Dadgehê jî Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê bajarokê Ferît Şahîn, Omer Aydin, Fehmî Gok, Mazhar Danişman, Necatî Danişman û Aygul Danişman bi heman hincetê girt.
Girtî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
LI ERDÎŞÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Wan Erdîşê jî, nîvê şev polîs û tîmên taybet avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Hevserokê DBP'ê yê Erdîşê Şevket Ûlûgana, Endamê Meclîsa Şaredariya Erdîşê Mecît Sargût û Delegeyê KCD'ê Salîh Ergun hatin binçavkirin.
LI ŞIRNEX Û SÊRTÊ 25 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li Sêrtê jî, danê sibehê polîsan avêtin ser malan, Di serdegirtinên li taxên Conkbayir, Alan û Barişê de zarok jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku di nava binçaviyan de zarokên bi navê M.Ç., Y.K., B.Y. û M.E. hene.
Li taxa Dîcle ya navçeya Şirnex Silopiyayê jî tîmên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan û 3 kes kirin binçavan.