Banga lezgîn a dengdayînê li hilbijêrên li Elmanya û Spanyayê hat kirin

Dengdayîna li derveyî welat a ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê îro bi dawî dibe. Bang li hilbijêrên li Elmanya û Spanyayê hat kirin, ku di roja dawî de bi lez û bez dengê xwe bi kar bînin.

Li bajarê Spanya Madrîdê û bajarê Katalonya Barcelonayê, dengdayîn dewam dike. Hilbijêr wê li Konsolosxaneya Tirk heta saet 20:00 karibin dengê xwe bi kar bînin.

Komîteya Piştgiriya bi Rojava û Gelê Kurd re banga dengdayînê li hilbijêran kir û got, "Divê gelê Kurd, hêzên sosyalîst û alîgirên aştiyê biçin konsolosxaneyan û dengê xwe bi kar bînin. Ji bo rizgariya ji zilma zalim û dîktator, ji bo pêkanîna sîstemeke demokratîk û aştiyane divê deng ji HDP'ê re bê dayîn."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Xwedî li rûmet û azadiya xwe derkeve; bi xemsarî tevnegere û polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst ên înkarkirina Kurdan, bi dengê xwe bide sekinandin."

MUNSTER

Li bajarê Elmanya Munsterê jî, bang li hilbijêrên HDP'yî hat kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Ji Koordînasyona Hilbijartinê Tahir Koçer da xuyakirin ku li herêma Munsterê 103 hezar hilbijêr qeyidkirî ne, lê heta niha bi tenê 31 hezar 572 hilbijêran dengê xwe bi kar anîne.

Koçer diyar kir ku ew timî agahiyan didin hilbijêran û da zanîn ku saziyên Suryanî yên li Guterslohê bi 3 mînîbus û gelek wesayîtan hatine Munsterê û dengê xwe bi kar anîne.

Koçer da zanîn, ku divê yên dengê xwe bi kar neanîne bi xebateke xurt bi lez û bez werin tespîtkirin û tavilê dengê xwe bi kar bînin.

Koçer got, "Dengên li Ewropayê yek ji hêzên diyarker ên hilbijartinê ye" û anî ziman ku ew ê di êvara 1'ê Mijdarê de serketina HDP'ê pîroz bikin.